'Em ê axa xwe biparêzin û pêwistiyên gelê xwe pêk bînin' 2019-10-13 12:41:31   KOBANÊ - Jinên Kobanê ji bo gelê herêmê bê nan nemînin di seatên êvarê li firinan de dixebitin. Jinên ku nan dipêjin gotin: "Ev ax, axa me ye ne ya dewleta Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê em ê axa xwe bipararêzin û pêwistiyên gelê xwe jî pêk bînin."   Arrtêşa tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike, di encamê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Şêniyên ku li ser sînorê di navber Rojava û Bakurê Kurdistanê de dimînin ji ber topbaranê li navenda Kobanê û li gundên başûrê Kobanê bi cih bûn e. Ji bo ku gel bê nan nemînin firinên Kobaneyê biryar da ku 24 seatan bixebitin. 4 grup di firinê de kar dikin. Danê êvarê bi pêşengiya desteya aborî ya Kantona Kobanê jinên Kobanê di firinê de dixebitin. Jinên di firinê de dixebitin ji ajansa me ra axivîn.   'Em nahêlin ku dagirkerî jiyana me xerab bike'   Cîhan Kîko Rêveberiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star de cih digire axivî û wiha got: "Her kes rewşa herêmên me dizane ku niha ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve tê topbarankirin. Dewleta tirk çi ji me dixwaze? Em li Kobanê bi awayekî azad, aram û wekhev jiyan dikin em nahêlin ku dagirkeriya tirkiyê jiyana me xerab bike û Kobanê dagir bike. Ez wek jineke Kobanî di firinê de kar dikim ji ber ku pêwistiya gel bi nan heye. Em qasî ku bikaribin em ê pêwistiyên gelê xwe bi cih bînin û em nahêlin ku gelê me bê nan bimîne. Her wiha ji bo zarokên me ku niha xaka me ji artêşa Tirk diparêzine,  lê çi ji me were xwestin em ê bikin."   'Ev ax, axa me ye ne ya tirka ne'   Her wiha jina bi navê Fatma Xidir wiha axivî: "Dewleta tirk ya faşîst û dagirker ji her çar aliyan ve herêma me topbaran dike. Gelê me di Kobanê de li ber xwe dide û tucarî dev ji axa xwe bernade. Ev ax, axa me ye ne ya dewleta tirk e. Ji ber êrîşên artêşa Tirk hejmara şêniyan li Kobanê zêde bûye ji ber vê yekê, îro em li firinên giştî ya Kobanê de nan çêdikin û pêwistiyên gel û şervanên xwe bi cih tînin. Ji bilî nan çi pêwistiyên gel û şervanên me hebin em ê pêk bînin. Ez bang li gelê Kobanê dikim ku li pişt şervanên xwe bisekinin û dev ji axa xwe bernedin, xewin û xeyalên zarokên xwe pêk bînin."   'Pêwistiyên gelê xwe bi cih tînin'   Di dawiyê de Rêveberiya Desteya Aborî ya Kobanê Şêrîn Eloş jî wiha axivî: "Seatên xebitandina firineyê zêde bûne û hejimara karkeran kêm e,  ji ber vê yekê em îro li vir kar dikin û pêwistiyên gelê xwe bi cih tînin. Çi êrîş li ser me were jî em ê jiyana xwe bidomînin û xaka xwe biparêzin."