PDK'ê nehişt Şandeya Mexmûrê biçe Hewlêrê 2019-10-13 14:43:57   MEXMUR - Şandeyek ji penaberên wargeha Mexmûrê pêk dihat xwestin li dijî operasyona leşkerî a arteşa tirk li Hewlêrê hevdîtinan pêk bînin lê ji hêla hêzên asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin.    Şandeya ku ji endamên Meclîsa Îştar û endamên Meclîsa Gel ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pêk tê xwestin li dijî operasyona leşkerî li Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê rêzehevdîtinan pêk bînin. Lê asayîşa PDK'ê nehişt şande biçe Hewlêrê.    Her wiha Şandeyê xwest bi rêya telefonê xwe bighîne rayedaran lê encamek bi dest nexistin.