Polîs êrîş bir ser bernameyê HDP'ê: 6 kes hatin binçavkirin 2019-10-13 16:32:50   STENBOL - Polîsan mudaxaleyî bernameya HDP'ê ya ku bi munasebeta 7'emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal li dar dixist kir. Gelek HDP'î hatin binçavkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest bi minasebeta 7'emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal a li navçeya Bejîktaşê ya Stenbolê bernameyek li dar bixe. Bername ji aliyê Qaymeqamiya Bejîktaşê ve hat qedexekirin.    Li ser qedexekirina bernameyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi parlamenter û hevşaredarên xwe re li Rêxistina Navçeyê ya HDP'ê ya Bejîktaşê civîneke çapameniyê li dar xistin. Polîsan, bi gaza îsotê mudaxaleyî girseya ku piştî civînê bi dûrişmeya "Bijî Berxwedana Rojava" ji hev belav bû kir û gelek kesî binçav kir.