Heyva Sor banga daxwaza xwînê kir 2019-10-13 19:08:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurd bang li hemû şêniyên Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Til Temirê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyan da ku xwînê bidin.   Artêşa Tirk  komkujî li ser sivîlên ku îro berê xwe didan bajarê Serêkaniyê pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn û di nav wan de  rojnamevan  jî heye 74 sivîl jî birîndar bûn.   Birîndar rakirin nexweşxaneyên Qamişlo, Hesekê, Til Temir û Amûdê. Heyva Sor a Kurd bang li hemû gelê herêmê kir ku berê xwe bidin nexweşxaneyên bajar da ku xwînê bidin.