Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê: Me bi rejîma Sûriyeyê re li hev kir 2019-10-13 20:32:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê diyar kir ku wan bi rejîma Sûriyeyê re li hev kirine.   Di roja 5'emîn a êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji aliyê Hevserokê Komîteya Parastinê yê Herêma Firatê Îsmet Şêx Hesen ve daxuyaniyeke balkêş hat dayin. Îsmet têkkildarî hevdîtina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Rejîma Sûriyeyê re axivî û ev tişt got: "Tişta ji destê me tê em dikin. Me bang li hemû dewletan kir. Lê tiştek nekirin. Em ê bibin dermanê derdê xwe û birînên xwe bikewînin."   Îsmet xwest ku kurd li dijî êrîşan yek bin û ev agahiya  balkêş parve kir: "Me bi Rûsya û Rejîma Sûriyeyê re li hev kir. Divê ku îro werin. Em ê bi tu kesî bawer nebin. Em ê li ser piyê xwe bisekinin. Divê herkes xwe bi çek bike. Herkes amadekariyên xwe bike û malên xwe terk neke. Bila leşker û diz nekevin malên me."