Jinên Hesekê: Em ê heta dawiyê şer bikin 2019-10-14 09:02:28   HESEKÊ - Jinên li Hesekê berket nîşanî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û gotin: "Mirov tenê carekê dimire, bila mirina me jî bi rûmet be. Em ê heta dawiyê şer bikin. Serkeftin ya me ye."    Êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didome û bi taybetî jî  sivîl tên hedef girtin.  Li gelek deveran çalakiyên şermezar kirinê tên li dar xistin û gelek sazî û dezgehên sivîl ên cîhanê bertek nîşanî operasyonê dan. Lê belê heta niha ji bilî çend dewletan  dewletên din li dijî şer gavên berbiçav neavêtin. Jinên bajarê Hesekê dijîn li hemberî şer bertek nîşandan û gotin heke mirinek hebe jî bila mirineke bi rûmet be.    'Em nahêlin çete têkevin axa me'   Nervîn Miîş diyar kir ku jin hemû cureyên şer re amade ne û wiha got: "Em wekî jinên bajarê Hesekê li hember hemû êrîşên dijmin amadene û çi ji me bê xwestin em xwe nadin paş. Gel bi balafiran ditirsîne û xwesteka ku hemû kurd koçber bibe ji bo çeteyên xwe têxin xaka me. Heya yek ji me hebe em nahêlin çete têkevin axa me."   'Tu kes nikare çavên kurda bitirsîne'   Nervîn bi bîr xist ku xwîna têkoşerên azadiyê li erdê nahêlin û wiha pêde çû: "Ev 8 sal me têkoşînek bê hempa dabû meşandin û hêzên me li hember hemû êrîşan sekinîn. Heya têkçûna DAIŞ'ê ser destê YPJ'ê û YPG'ê bû. Dibe ku me bi balafiran bitirsîne, lê em ê jî bi hêz û îradeya xwe wî têk bibin. Tu kes nikare çavên kurda ji şer bişkîne heya dawiyê em ê têbikoşin û xwîna têkoşerên azadiyê li erdê nahêlin. Yan serkeftin yan serkeftin."   'Bila mirinek bi şeref û rûmet be'   Minewer Hisên diyar kir ku wê hemû li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û parastina xaka xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêviya min ku gelê me yê Serêkaniyê û bajarên din vegerin ji ber dagirkerên tirk li benda derfetekê ne ku çeteyên xwe di malên gel de bi cih bike. Em ê jî heya dawiyê piştevaniya wan bikin. Ji zarokan bigire heya mezinan em ê çekan rakin û li hember dijminê xwe bi kar bînin."    'Serkeftin ya me ye'   Minewer anî ziman ku mirov tenê carekê dimire û wiha dom kir: "Bila dagirkera Tirk bi balafiran gelê me netirsîne. Ji ber Gelê Kurd tucarî çav tirsandî nabin. Mirov tenê carekê dimire, bila mirina me jî bi şeref û rûmet be. Em ê heya dawiyê şerbikin. Her em ê bêjin serkeftin ya me ye."