'Em hişmendiya êrîşkar bi tundî şermezar dikin' 2019-10-14 09:03:40   AMED - Bertek û nêrazîbûnên li hemberê operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Amedê dayikan bertekên xwe wiha anîn ziman: "Banga me ji dayikên leşkeran re jî heye, zarokên wan diçin li derveyî sînor şer dikin. Divê ew jî bi me re rabin li dijî şer têbikoşin."   Di 9'ê cotmehê de li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Di operasyona leşkerî de gelek cih hatin bombekirin û bi dehan sivîl birîndar bûn. Li her deverê li hemberî operasyonê bertek hatin nîşandan û çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Amedê dayikan bertek nîşanî operasyonê dan û gotin: "Li hemberê zilma zaliman dê tolhildana mazluman ji bê hempa be.”   ‘Li hember zilma zaliman wê tolhildana mazluman ji bê hempa be’   Aklîme Xenas bal kişand ser operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha nêrînên xwe vegot: “Ez hişmendiya dewleta tirk a şermezar dikim. Ew bi hiceta sînor li ber gefan e û ji bo penaberên li tirkiyê biçin ser xaka xwe êrîşek polîtîk a qirêj didin meşandin. Gelên ku li Rojava dijîn bi canê xwe gihaştin serxwebûnê. Tirkiye ji vê yekê re tehemûl nekir. Li hember zilma zaliman wê tolhildana mazluman ji bê hempa be. Divê em hemû dest bidin destê Rojava. Cîhan di vê ferqê de ye. Divê li hember van qetlîaman berteka xwe bidin nîşandan. Em vê êrîşê û bêdeng mayîna li hember êrîşê qebûl nakin.”   ‘Dîrok tê dubarekirin’   Panayîr Çelîk ji bi şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê re dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: “Bi taybet li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dîrok tê dûbare kirin. Bi bûyîna yek a hêzên navnetewî re û dubarekirina dîrokê re wê armanca wan a tunekirina kurdan negiheje serî. Çawa heya niha nikaribûn tûne bikin wê bi vê êrîşên qirêj re jî nikaribin tûne bikin. Ger ku xaka welatek di talûkê de be êrîşa wî welatî meşrûye. Lê taluke, gef pêk ne hatiye û kesê sînor jî derbaz nekirye. Ji dervey sînorên tirkiyê şer kirin ne meşrû ye êrşişek polîtîk a qirêje. Em hişmendiya êrîşkar bi tûndî şermezar dikin.”   ‘Ev êrîş û qetlîam li hemberî sivîlan pêk tên'    Panayîr bale kişand li ser encamên şer diafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şer kuştin, tacîz, qetlîama jin û zarokan e. Êrîşên dem borî em li bîra xwe bînin ka encamên çawa bi xwe re anîbûn. Kuştin, koçberî û encamên koçberiyê bi xwe re derxistî, firotina jin û zarokan weke din bi hezaran bûyerên bi vî awayî. Ev êrîş jî wê heman encaman bi afirîne. Ji ber van sedeman ev êrîş qetlîama gelê sivîl e.”   'Wekî gurê har êrîş dikin'   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît jî wiha qala êrîşê kir: “Bi salane em têdikoşîn. Tirkiye her ku diçe weke gurê har êrîşan dike. AKP û iktidar bi hincetên bê cîh ji  bo berjevendiyên xwe xwîna ciwanan dirijînin. Lê bedele vê çibe em ê li hember vê bê mafiyê li ber xwe bidin. Em şer naxwazin. Banga me li rayedar û Serokkomaran heye ku bilezgînî paşde vekişin. Gele sivîl tê qetilkirin. Bi hizrên şer em ranakevin êdî. Ji çar aliyê kurdistanê ve êrîşek polîtîk a qirêj didin meşandin. Heya îro bi sedan gelê sivîl bi awayekê wehşane jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Welatîyên wir bê cîh man. Kesê ku dibê ez mirovim divê çavê xwe li van wehşetan negire. Em hemû bi hev re li dijî şer rabin û banga aştiyê bikin. Banga me li dayikên eskeran jî heye, zarokên wan diçin ji derveyî sînor şer dikin. Divê ew jî bi me re rabin têkoşîna aştiyê bidin.”