Li Nisêbînê atolye kirin Maseya Krîzê 2019-10-14 09:05:20   MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz bang kir ku bila welatî ji ber pirsgirêkên ji ber pevçûnan derketine serî li maseya krîzî ya ji aliyê şaredariyê ve hatiye avakirin bidin.   Şaredariya HDP’ê ya Nisêbînê, bi armanca pisgirêkên şêniyên bajar yên ji ber pevçûnên piştî operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirin, çarser bikin maseya krîzê ava kirin. Hevşaredar Semîre Nergîz bang li welatiyan kir ku ji bo pisgirêkên piştî pevçûnan derketine bila serî li maseya krîzê bidin.   Semîreyê bi lêv kir ku atolya lênerînê ya şaredariyê veguhertine ‘maseya krîzê’ û niha ji ser du xetên telefonê dibin alîkarê welatiyan û ev tişt anîn ziman: “Navçeyên derdorê jî piştgirî dan me. Bila welatî di katê jêr yên xaniyên xwe de bimînin. Hedef çi ye, gulebaran ji ku tê nayê zanîn. Mixabin gelek windahiyên can çêbûn. Em jî di cihê ku gotin qedyayî de ne. Gelê me yê ku çûne navçeyên din bila ji ser telefonê xwe bigihînin me. Em heta dawî ligel wan e.”   Semîreyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku roja 9’ê cotmehê ku pevçûnan dest pê kiribû, bi saziyan re ketine têkiliyê lê rayedar ne li cihê xwe bûne û wiha pê de çû: “Em şaredariya gel in. Êş êşa me ye. Li hember rondikek wana em deh rondikî dibarînin. Heta yek welatiyek li vir bimîne em li vir in. Em ji bo piştgiriya gelê xwe her tim ligel wan e.”