Endama DÎK’ê Hatîce Kavran: Dikarin ji Peymana Medîneyê referans bigirin 2019-10-14 09:11:05   STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a DÎK’ê Hatîce Kavran der barê operasyona Tiriyeyê li hember Bakurê Sûriyeyê daye destpêkirin de got: “Peymana Medîneyên ji bo hemû gelên cîhanê projeya jiyana wekhev û azad e.”   Endama Meclîsa Jinan a Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand. Hatîceyê bi lêv kir ku Peymana Medîneyê projeya jiyana wekhev e.   Hatîceyê diyar kir ku şer ji bo gelan encamên nebaş derdixe holê û wiha pê de çû: “Ev operasyonek derveyê mirovahiyê ye. Di encamê de zarok dimrin. Yên şer didin destpêkirin, di şer de mexdur nabin. Ger hinek şer dixwazin bila ewil ji bo xwe bixwazin, ji bo kesên din ne.”    Hatîceyê balkişand ser sureyê fetîhê yên li mizgeftan tên xwendin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Vê rewşa bi feraseta cîhadê dikin nîşan dide ku cîhad fêm nekirine. Cîhad ne şer e. Yên ji vê re dibêjin feraseta cîhadê, hewl didin şer li ber çavên gel rewa bike. Peymana Medîneyê ji bo hemû gelên cîhanê projeya yekitî wekhevî û azadiyê ye. Ev di roja me ya îro de di nokteya ku gel referans bigirin de ye. Di şerê Bosnayê de Sirp û Musliman rûniştin û di vê çarçoveyê de lihev kirin. Sudaniyan, Fîlîpînan ceribandin. Ev ne tiştekî ku pêk neyê ye. Ji bilî mirinê, tu jiyanê bidî pêş, her kes dikare bihev re bijî.”   ‘Ev wisa bidome wê DAIŞ şiyar be’   Hatîceyê operasyona li hember Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibîrxist û got DAIŞ dikare dîsa zindî bibe û wiha dawî lê anî: “Bi operasyonan re DAIŞ’ê hewl didin ji girtîgehan birevin. Piştre êrîşên întîxarê pêk hatin. Wisa biçe wê DAIŞ şiyar bibe. Ev operasyon ji vê re jî xizmetê dike. Ez ji bo hemû gelan aştiyê hêvî dikim.”