Gotina ewil a li ser zimanê Nisêbîniyan: Bila ev şer êdî bi dawî bibe 2019-10-14 09:13:47   MÊRDÎN - Piştî operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Nisêbînê pevçûn hatin jiyîn û di hedefa bertekan de jî serokomar Tayyîp Erdogan yê talîmata operasyonê dayî heye. Gotina ewil ya li ser zimanê şêniyên bajêr ‘aştî’ ye.   Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de operasyona leşkerî hat destpêkirin û bi vê re jî li Nisêbîn a Mêrdînê ku di sînorê Qamişlo ye, pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Li gorî sê rojên ewil dengê çek û bombeyan hinek be jî kêm bû, taxên nêzî sînor, piranî hatin valakirin. Piranî malbatan malên xwe valakirin û çûn navçeyên bajar Artuklu, Mîdyat, Qoser û Cizîrê. Malbatên ku neçûne jî li malên xwe li quncikê herî bi ewle jiyana xwe didomînin.   Di hedefa bertekan de serokomar heye   Tevî hemû geşedanan, beşek mezin a şêniyên bajar koçberî tercih nekir. Welatiyên ji ber teqemeniyên ku nayê zanîn ji ku tên, bi fikarin û bi giştî dernakevin derve an jî di bin siya malên xwe de geşedanan dişopînin. Welatiyên ku dixwazin demildest şer bidawî be, berteka wan ya herî mezin li hember serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan e.   ‘Bila demildest aştî pêk bê’   Hamîde Yarul bi lêv kir ku yekane daxwaza wan aştiye û daxwazin tu kes bimre û wiha pê de çû: “Gelê Kurd û Tirk dimre. Piraniya gel ji ber şer koç dikin. Divê demildest aştî pêk bê.”   Sultan Gokturk jî anî ziman ku divê gel carek din neyê mexdurkirin û got: “Em aştiyê dixwazin. Bila xwedê vê zilm û zordariyê qebûl neke. Ez niha li mala xwe me. Piranî gel derket çû. Bila carek din şer çênebe. Bila ev şer bidawî be.”   ‘Bila ev şer êdî bidawî be’   Kezîban Înal jî wiha got: “Zarok ji tirsan ranazin. Em dixwazin ev şer bidawî be. Em naxwazin xwîn birêje, em naxwazin zarok, ciwan, kal û pîr bimrin. Çend roje psîkolojiya me xera bûye. Em nikarin xwarinê jî bixwin. Bila êdî ev şer bidawî be.”   Jinek ku nexwest navê xwe bide, berteka xwe wiha anî ziman: “Em kîjanê biaxivin? Birîndaran an jî kesên dest û lingên wan jêbûne? An jî em miriyan biaxivin? Em ji ber derd û kahrê êdî bûn robot. Me çi bi Erdogan kir? Erdogan çi ji me dixwaze? Erdogan hem me hem jî gelê Tirk dikuje. Erdogan ne dostê kesî ye.”   ‘Em ê bi vê rewşa xwe biçin ku’   Husniye Karataş jî ku bi sê zarokên xwe yên astengdar e li taxê tenê ma jî bi rondikên çavan bertek nîşanê şer da û wiha pê de çû: “3 zarokên min yên astengdar yên razayî yên temenê 10,18 û 29 li malê ne. Em aştiyê dixwazin. Me xaniyên xwe bi zor çêkirin. Çi mafê wan heye me gulebaran dikin. Em şev û roj li ser piyane. Em bi vê rewşa xwe ya xizan biçin ku.”