‘Yên jinan qetil dikin divê cezayê herî giran bigirin’ 2019-10-14 09:18:35   AGIRÎ - Li Panosê kesê bi navê Bunyamîn Solmaz hevjîna xwe Saîme Solmaz û keça xwe Kezban Kaya qetil kir. Kadiye Kaya da zanîn ku divê Bunyamîn Solmaz cezayê herî giran bigire û wiha got: “Ne tenê kujerê Saîme û Kezbanê, divê hemû mêrên ku jinan qetil dikin cezayên herî giran bigirin. Divê li hemû cîhanê wisa be.”   Li navçeya Panos a Agiriyê li gundê Degîrmencî di 7’ê cotmehê de mêrê bi navê Bunyamîn Solmaz, hevjîna xwe Saîme Solmaz û keça xwe Kezban Kaya bi çekê qetil kiribû. Bunyamîn ku her du jin qetil kir, reviya lê di saetên êvarê de hat girtin.   Xwest pêşî li qetilkirina dayika xwe bigire   Xwesûya Kezban Kaya, Kadiye Kaya bi lêv kir ku psîkolojiya 5 neviyên wê xera bûye û got divê kujer bi cezayê herî giran bê darizandin û cezakirin.   Kadiyeyê destnîşan kir ku Kezban ji bo dîtina malbata xwe çibû û li wir kujer Bunyamîn Solmaz berê çekê dide dayika wê û wiha pê de çû: “5 zarokên Kezbanê hene. Zarokên wê nizanin ku dayika wan jiyana xwe ji dest daye. Em dixwazin kujer cezayê herî giran bigire. Du jin qetil kir. Zarok bê dayik hişt. Ne tenê kujerê Saîme û Kezbanê divê li hemû cîhanê kujerên jinan cezayên herî giran bigirin.”