‘Em li dijî êrîşan destkeftiyên jinan biparêzin’ 2019-10-14 09:21:54   ÎZMÎR - Dîdar Gul ya SKM’î diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ya êrîşên AKP’ê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘tirsa li hember şoreşa jinan a Rojava ye’ û wiha pê de çû: “Em ê jî li vir xwedî derketina li destkeftiyên jinan berdewam bikin.”   Operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin 6 roj li pey xwe hişt. Di êrîşên ku 6 rojan de pêk hatin gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Endama Meclîsa Giştî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst Dîdar Gul êrîşên Tirkiyeyê nirxand û da zanîn ku ev amadekariya şerê Tirkiyeyê wê herî zêde jinan bi bandor bike.   ‘Şoreşa Rojava referansa jinan e’   Dîdarê bi lêv kir ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin ji bo gelên bindest yên Rojhilata Navîn bûye hêvî û ji bo jinan jî bûye modelek û wiha got: “Jinan li gorî şoreşa jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê riya xwe xêz dikin. AKP jî bi heman sedeman destkeftiyên jinan hedef digire. Ji ber îhtîmala ku şoreşek herêmî pêk bê heye. Ji ber vê jî hedefa wan ya ewil Rojava ye. Li ser axa em dijîn yek ji qadên ku raste raste rastî mudaxala AKP’ê tê têkoşîna jinê ye. Li Tirkiyeyê gotina jinê derbas nabe, her roj 5 jin tên qetilkirin û mêrên krawatê girê didin jî ceza nagirin. Di esasê de bertekên jinan hene. Wek referans jî Rojava nîşan didin.”   ‘Em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin’   Dîdarê destnîşan kir ku AKP di krîzek rejîmê de ye û vê jî bi avakirina hegomonya li ser jinan, qedera gelan tayîn dike û hewl dide girseyên kedkar yên tê pelçiqandin di bin kontrolê de bigire û wisa çareser bike. Dîdarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîşên li hember Sûriyeyê, hewldana tunekirina krîza rejîmê ye. Tevî ku DYA’yê got destur nade vê jî, vekişyaye. Rûsyayê got ku Tirkiye axa Sûriyeyê binpê nake û got ew yekitiya axê diparêzin. Ev jî nîşan dide ku emperyalîstan li ser maseyan sînor xêz kirine. Hêzên azadiyê yên li wir jî dibêjin ‘ew şoreş me ava kir heta dawî jî em ê biparêzin’. Banga wan jî di vî alî de ye. Em jî di vî alî de wê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.”   ‘Jin wê li dijî AKP’ê bisekinin’    Dîdarê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku razemeniyên AKP’ê yên ji bo şer wê krîza aborî girantir bike û wiha pê de çû: “Dîsa fatura krîzê wê li gelan, li jinan bê birîn. Di şert û mercên krîzê de ewil jin tên beralîkirin. Êdî fêkî yeko yeko tên girtin. Wê hîn bêtir zehmet be. Barê zarokan jî li ser dayikan e. Jinên betal wê bibin kedkarên malê. Ev jî wê wan hepsê malê bike. AKP jî ji bo van krîzan çareser bike şer bikar tîne. Krîzên xwe bi netewperestiyê çareser dike. Di esasê de rewabûna AKP’ê jî widan dibe. Şer fêdeyê dide serdestan.”