Girtiyên PKK û PAJK'ê: Li rûmet mirovahiyê xwedî derkevin 2019-10-14 12:28:57   NAVNEDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê bi daxuyaniyekê li ser êrîşên tirk gotin, ''Dewleta tirk hebûna xwe li ser tinekirina kurdan ava kiriye'' û diyar kirin ku ew ê bi ser kevin   Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li dijî êrîşên dewleta tirk ên ji 9'ê Cotmehê ve yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan dan. Girtiyan banga berxwedana giştî kirin, diyar kirin ku tu teknîk, tu artêş nikare bi berxwedana rêxistinî ya yekbûyî ya gelan û gotin, ''Divê Gelê Kurd fêhm bike tenê bi yekîtî, bi berxwedana giştî dikare hebûna xwe, rûmeta xwe biparêze û li gorî vê bibe xwedî helwest.''   Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê bal kişandin ser dîroka destpêkirina êrîşên dewleta tirk ên 9'ê Cotmehê, salvegera 20'an a Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin, ''komplo didome''.   'Hebûna xwe li ser tunekinra kurdan ava dikin'   Di berdewamiya daxuyhaniyê de wiha ye:  ''Bi van êrîşan dewleta tirk bi rengekî zelal nîşan dide ku li wî aliyê dî yê cîhanê jî be wê hebûna Gelê Kurd, her cure destkeftiyên wê û statûya wî mîna dijmin bibîne, radigihîne ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava dike. Di serî de gelê Bakur, hemû Kurd divê vê rewşê bibînin, rastiya îmhaya netewî ya pê re hevrû ne fêhm bikin û bibin xwedî helwest. Xafilbûnek e ku mirov li mala xwe rûne û li bendê be hine dî şer bikin, li bendê bin ku berevaniyê li kurdan bikin. Mirov şer tenê mîna dijî Rojava bibîne, têkiliya wê ya bi dahatuya xwe re nebîne korbûn e. Di rewşeke wiha de ku li ser gelê Kurd êrîşên îmhayê hene, jiyana bi fikra ku bêyî xwe têxe bin bar, rawesta li ser vê, teslîmbûna li ber destê pergalê ye. Kurd divê fêhm bikin ku bi yekîtî, berxwedaniyeke giştî bikin, dikarin hebûna xwe, rûmeta xwe biparêzin û li gorî vê divê bibin xwedî helwest.''   'Tu teknîk li ber berxwedana rêxistinî raweste'   Bi berdewamî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê gotin, ''Ti teknîk, ti artêş nikare berxwedana rêxistinî ya gelên yekbûyî û rêxistinî têk bibin. Rojava bi hezaran caran ev çespandiye. Em bang li hemû Gelê Kurd û hêzên Kurdistanî dikin ku yekîtiya xwe ya netewî ya demokratîk pêk bînin, bang li gelên Rojhilata Navîn ên çewisandî, nexasim bang li gelên Tirkiyê dikin ku li dijî vî şerî derkevin ku tu sûdê jê nagirin. Herwiha em bang li mirovahiya cîhanê dikin ku li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin.   Em girtiyên PKK'ê û PAJK'ê çawa ku duh bi her tiştê xwe em li cem gelên xwe bûn, niha jî em ê li cem gelê xwe bin û fedaiyên gelên xwe bin. 1998'an çawa ku komploya navdewletî bi helwesta ji êgir a Halît Oral, Kurdî û Rotîndayan paş ve çû, niha jî bi yekîtiya vîna şoreşger a gelan, bi berxwedana giştî dikare were têkbirin. Em gel û ên çewisadnî ji her demê xurtir û bîrewertir in. Em biheq in û em ê bi ser bikevin.''   Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê  herî dawî gotin li gorî geşedanan wê helwesta xwe geş û gur bikin.