Li Şehbayê KPC-D bi meşekê êrîş şermezar kir 2019-10-14 12:29:57   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kontona Efrînê bi dirûşma "Dagirkeriyî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ya ser Rêber Apo ye" meşek li Navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin.   Bi hezaran şêniyên Şehbayê bi dirûşma "Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê berdewamiya komploya 9’ê Cotmehê ya ser Rêber Apo ye" Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC- D) bi  xwendekarên Efrînê meşek ji despêka Navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xistin. Bi tevlîbûna sedan ji xwendekar û şagirtên Kantona Efrînê, Rêxistina Kongreya Star, sazî û dezdgehên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê daketin qadan.   Di meşê de xwendekaran wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsa "Her simbilek li Rojava wê serî li hember êrîşên li ser wê hilde", "Welat welatê me ye","Na ji dagirkeriya Osmanî ya nû re" û "Berxwedana Efrînê berxwedana Rûmetê ye"  hildan.   Meşê ku ji Navçeya Ehdas dest pê kir heta qada gundê Muratê berdewam kir. Piştî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Sîlvana Heşêm ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Em gelên li Kantonên Şehba û Efrînê, tevî ambargoya ferzkirî û komplayên li dijî gelê me û sûcên rojana yên ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn û Şehbayê  pêktînin, di berxwedaneke dîrokî de dijîn, da ku demokrasî ji civakê re li qada Sûriyê bê sepandin.   Li ser vê bingehê, bi navê şêniyên Kantona Şehba û Efrînê bi tevahî pêkhateyên wê, bi taybet bi navê malbetên şehîdan, dagirkeriya Tirkiyê li herêmên me şermezar dikin û gefên Tirkiyê yên ku bi armanca zêdekirina dagirkeriya xaka Sûriyê jî şermezar û lanet dikin. Em bang li civaka navneteweyî û di serî de netewa yekbûyî, meclîsa ewlehî û yekîtiya Ewropayê dikin ku dengên xwe li dijî şer bilind bikin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.