Saziya Mafê Mirovan êrîş bi daxuyaniyekê şermezar kir 2019-10-14 13:37:54   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Saziya Mafê Mirovan a Kantona Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kampa Serdem daxuyaniyek da.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saziya Mafê Mirovan, li kampa Serdem daxuyaniyek da. Bi tevlîbûna saziyên Kampa Serdem, endamên saziya mafê Mirovan, Yekîtiya Rewşenbîran û gelê kampa Serdemê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Hevrîn Xelef û zarokên Efrîn û Cizîrê, her wiha pankarta bi nivîsa "Duh Efrîn, Îro Cizîr" û alên Mafê Mirovan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Mafê Mirovan Ebd El-Hemîd Bekîr ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di dîroka 9'ê Cotmehê 2019'an de Seroka Komara dewleta tirk û komên girêdayî wî bi fermana operasyonê ji Bajarê Serê Kaniyê heya Bajara Girê Sipî û bi kûrahiyeke vekirî di Bakur û Rojhilata Sûriyê de da destpêkirin. Ew operasyon jî bi hincet û sedemên derew ên weke parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û avakirina herêmeke bi ewle ji bo vegerandina koçberên Sûrî ên ku ji bo dewletên Ewropa û Cîhanê weke kaxizeke zextê bi kar tîne.   Di wê dîrokê de heta roja îro dewleta tirk û hêzên ku di wê operasayonê de cih girtine bi awayekî hovane derveyî rêbazên exlaqî û mirovahî bi hemû amûrên çekan ên ku di zagonên Navnetewî de qedexeye weke bombeyên fosforî li bajarê Serê Kaniyê di dîroka 12’ Cotmehê 2019’an de bi kar anîn û xak, bajar, gund û koçberên ku li wir bi cih bûne hedef digire. Her wiha di encama van êrîşan de bi sedan şehîd û birîndar ji sivîlan çêbûne di nava wan de jin û zarok jî hene û zêdetirî 200 hezar kes koçber bûne.   Weke tê zanîn herêmên ku tên dagirkirin û hedefgirtin herêmên ewle bûn û bi hemû pêkhateyên xwe ji Ereb, Kurd, Suryan û Keldan di wir de bi aramî û jiyanek hevpar dijiyan. Her wiha ev êrîş bi xwe re aloziyek mirovî tîne û aloziyeke  ku derkeve holê ew jî revîna bi deh hezaran girtiyên terorîstên DAIŞ’ê ji girtîgehan û ji nû ve cîhanê di nava metirsiyekê de ye.   Em banga hemû saziyên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî, dewletên Navnetewî dikin ku bi erkên xwe ya mirovî û wijdanî li hember kiryar û komkujiyên ku gelê Sûriyê tê de derbas dibin, rabin û zextekê li ser dewleta tirk a dagirker bikin ku dev ji dagirkeriya xwe berde."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedaniya QSD'ê" bi dawî bû.