Hevşaredarên Nisêbînê çûn serdana esnafan 2019-10-14 17:23:39   MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut û endamên meclisa şeredariyê, navçeyê serdana esnafan kirin.    Yek ji cihên ku ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bandor bû jî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Hevşaredarên Nisêbînê Semîra Nergîz û Ferhat Kut û endamên meclisa şaredariyê li navçeyê serdana esnafan û gel kirin û bal kişandin ser aştî û piştevaniyê.     Weltî û esnafan jî diyar kirin ku ew warê xwe naterikînin û xwestin ku demildest êrîş bên rawestandin.