Jinên Mexmûrê ji bo Rojava meşiyan 2019-10-14 19:24:04   MEXMÛR -Ji bo şermezarkirina oparasyona êrîşên dewleta tirk ên li ser  Rojava jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi peşengiya Meclîsa Îştar meşiyan.   Ji bo şermezarkirina oparasyona êrîşên dewleta tirk ên li ser  Rojava jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi peşengiya Meclîsa Îştar meşiyan. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de alên YPG, YPJ, posterên zarok û jinên ku ji alîyê dewleta tirk ve hatine qetilkirin hatin bilindkirin. Meş heta meclîsa Îştar berdewam kir û daxuyanî hat dayîn ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.   Daxuyanî  ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok ve hat dayîn. Fadîlayê wiha got:" Ji wargeha Şehîd Rustem Cûdî, bi navê jinên wargehê, Meclîsa îştar, jinên ciwan û bi navê gelê wargehê, di şexsê rêheval Hevrîn Xelef de û tevahî şehîdên Kurdistanê û Şehîdên Rojavayê Kurdistanê yê ku îro canê xwe feda dike de, em rêz û hurmetê xwe nîşan didin û em bejina xwe li ber tevahî Şehîdên Kurdistanê  ditewînin.”     ‘Pêwîst e em wekî pêlên behrê zêde bibin’   Fadîla Tok wiha got: "Îro gelê me di bin zilm û di bin êrîşên mezin de ne. Lê ew ê dijmin têk biçe û  Rojavayê Kurdistanê ji dagirkeran re bibe goristan. Ji ber wê yekê peyama me ji bo raya giştî ew e ku li dijî vê dagirkeriyê derkeve û em bang li tevahî wicdanên mirovahiyê dikin, dewletên nav neteweyi yê ku îro dibêjin em mafê mirovahiyê diparêzin dikin ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.Em helwesta têkoşînê ya gelê Rojavayê Kurdistanê û her çar parçeyê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin. Pêwîst e em wekî pêlên behrê zêde bibin û dagirkeran li ber xwe bibe.  Ji nava dilê Mexmûrê em gelê kurd pîroz dikin û silav dikin. Em gelê Kurd hêza xwe bikin yek û serkeftin jî ya me."   ‘Em weke jinên ciwan canê xwe ji bo vê rêya têkoşînê feda bikin’   Endama Meclisa Jinên Ciwan Kajîn Ozek derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:" Em jî weke Tevgera jinên ciwanan yê Mexmûrê, dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û em weke jinên ciwan divê em li ber xwe bidin û em bersiva vê dagirkeriyê bidin.  Em bi hêviya rojên xweş û di Kurdistaneke azad bersiva vê dagirkeriyê bidin. Dewleta tirk a dagirker  û hevkarê wê divê bedelê qetilkirina zarok û jinan bidin. Em weke jinên ciwan canê xwe ji bo vê rêya têkoşînê feda bikin."