Êrîşên li dijî sîvîlan didomin 2019-10-14 19:38:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê teqez kir ku di encama topbarana artêşa tirk ên li ser Serêkaniyê û gundewarên wê ji beriya 6 rojan ve, 75 sivîl şehîd bûne û 450 kes piştî komkujiya duh birîndar bûne.   Nexweşxaneya Lêgerîn encamên topbarana artêşa tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê yên 6 rojê dawî eşkere kirin.   Nexweşxaneya Lêgerîn teqez kir ku tevî şehîd û birîndarên komkujiya ku duh li dijî karwanê sivîlan pêk hat, di nava 6 rojan de 75 sivîl şehîd bûne, her wiha 450 sivîl birîndar bûne, rewşa piraniya wan ne baş e û ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyên Hesekê.