Ketina Pirsûsê li Parlamenterên HDP'ê hat qedexekirin 2019-10-14 19:42:19   RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku polîsan ketina navçeya Pirsûs a Rihayê li wekîlên HDP'ê qedexe kiriye.    Polîsan ketina parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nimettula Erdogmuş ya navçeya Pirsûs a Rihayê qedexe kir. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku polîsan ketina navçeya Pirsûs a Rihayê li wê û wekîlên HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş qedexe kiriye û destûr nadin biçin navçeya Pirsûsê. Ayşe wiha got: "Niha ketina min û wekilê me yê Rihayê Nîmettulah Erdogmuş a Pirsûsê hatiye qedexekirin. Gelê me ne bi tenê ye. Em heta dawiyê li cem gelê xwe ne!"