Hevşaredarên Gever û Colemêrgê hatin binçavkirin 2019-10-15 08:48:11   WAN/COLEMÊRG - Di serdegirtina li malan a li Geverê de gelek kesên ku hevşarear jî di nav wan de hebûn hatin binçavkirin.    Li navçeya Erdîşê ya Wanê û li navçeya Geverê ya Coelemêrgê di derdegirtinên malan ku vê sibehê hatin kirin de di nav de hevşaredar Yildiz Çetîn û Bayram Çetîn, Endamê Meclisê Erdem Akbaş û hevşaredarên Erdîşê Hîcran Kandemîr û Şakir Asil û kesekî bi navê Bayram Karaca hatin binçavkirin li Geverê jî Hevşaredar Remziye Yaşar û Îrfan Sari û li Colemêrgê jî Hevşaredar Cîhan Karaman hatin binçavkirin.     Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin birin muduriyeta Emniyetê.