Ekolojîstan bang kirin: Êrîşan rawestînin 2019-10-15 11:33:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan rewşenbîr û saziyên civakî yên sivîl ên ji bo paşerojeke ekolojîk û demokratîk têdikoşin gotin: "Şerê ku dewleta Tirk daye dest pê kirin divê bê rawestandin. Dem dema piştevaniya bi Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."   Rêxistinên civakî yên sivîl û zanyarên navdar jî di nav de rewşenbîrên ku ji bo paşerojeke ekolojîk û demokratîk li gelemperiya dinyayê têdikoşin, bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, xwestin dawî li dagirkeriyê bê anîn û ji bo xurtkirina piştevaniya bi Rojava re bang kirin.   Di belavokê de hate destnîşankirin ku ew şerê yekalî yê dewleta Tirk ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û hate gotin, "Ev şer sûceke ku ti hinceteke xwe ya rewa nîne û şerê li herêmê giran dike. Hewldaneke dagirkeriyê ye ku li dijî destketiyên demokratîk ên Kurdan, Suryaniyan, Ereban û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rewşeke aştiyane de dijîn. Modela xwerêveberiyê ya 'Xweseriya Demokratîk' a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre azadiya jinê, demokrasiya yekser, cihêrengiya etnîkî û olî û pîvanên ekolojîk. Rojava piştî şerê heyşt salan li Sûriyeyê bû herêma herî aştiyane û demokratîk. Ji bo firsenda guhertina demokratîk ji Sûriyeyê re bê pêşkêşkirin, divê ev herêma demokratîk ji aliyê gelên dinyayê û saziyên demokratîk ve bê parastin."   'Sûcekî li dijî mirovatî û xwezayê ye'    Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonên artêşa Tirk de heta niha êrîş li dijî sivîlan, çavkaniyên wan ên debarê û binesaziyê hatiye kirin û hate gotin: "Deverên avê, bendav, santralên elektrîkê, nexweşxane û binesaziya bajaran tên xerakirin. Xweza ku malovaniyê ji civaka mirovan re dike bi êrîşên bi top û balafirên şer ziyaneke mezin dibînin, dikeve bin bandora êrîşan. Projeyên ku bi piştevaniya enternasyonalîst û saziyên civaka sivîl ên navneteweyî ji bo civakeke azadîparêz, demokratîk û ekolojîk hatine avakirin di nava metirsiyê de ne. Em careke din bi bîr dixînin û dibêjin; şer sûcekî li dijî mirovahiyê û xwezayê ye. Li dijî vê dagirkeriyê ku hewl dide bi her rengî demografiya herêmê biguherîne berxwedan didome. Di şerê parastinê de yê li dijî dewleteke mezin a NATO'yê, newekheviya hevsengiya şer li pêş çavên her kesî ye. Di vî şerê zalim de rola DYE'yê cihê şermê ye ku rê da Tirkiyeyê û ji şermê jî wêdetire. Tevî vê yekê divê rola dewletên Rojavayî, Rûsya û dewletên herêmî û global jî neyê jibîrkirin û bi xurtî bê rexnekirin."   'Çalakiyên demokratîk li dar bixin'   Di daxuyaniyê de wiha bang hat kirin: "Em bang li hemû saziyên demokratîk û ekolojîk dikin ku bibin dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevlî çalakiyên demokratîk bibin, çalakiyan pêk bînin û bang li siyasetmedaran dikin, ku vî şerê li dijî mirovên bêguneh, demokrasiyê û xwezayê rawestînin, ji bo vê gavan biavêjin. Dem dema piştevaniya bi Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."