Polîsan êrîşî daxuyaniya HDP'ê kirin: Saliha Aydeniz rakirin nexweşxaneyê 2019-10-15 11:42:22   AMED - Polîsan êrîşî HDP'yîyên ku xwestin derbarê êrîşên li ser Rojava daxuyaniyê bidin, kirin. Ji ber ku polîsan ji nêz ve gaza îsotê li çalakgeran kirin loma Saliha Aydeniz rakirin nexweşxaneyê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava li ber avahiya xwe ya Amedê daxuyaniyê bide lê polîsan mudaxale kir û ji nêz ve gaza îsotê li çalakgeran kirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û partiyî beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan bi TOMA'yê û wesayetên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kirin.    Polîsan bi mertalên xwe devê avahiya HDP'ê girt û nehiştin ku daxuyanî bê kirin. Ji ber ku polîsan ji nêz ve gaza îsotê li çalakgeran kirin loma Saliha Aydeniz rakirin nexweşxaneyê.