Parlamenterên Kurd ên li Elmanyayê: Divê amborgaya çekan bê ferzkirin 2019-10-15 12:39:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê 5 parlamenterên Kurd ên li meclîsên eyaletê û federal ji bo bidawîbûna êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nameyeke hevpar ji hikûmeta federal re nivîsîn. Her wiha Çîn jî bû yek ji wan welatan ku dixwaza dawîkirina êrîşan kir.    Nerazîbûnên li hemberî êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dibe. Ligel çalakiyên gel ya li qadan, di qada siyasetê de jî êrîş tê şermezar kirin. Li Elmanyayê 5 parlamenterên Kurd ji hikûmeta federal re nameyek şand û bal kişandin ser êrîşan. Her wiha li Wezareta Karên Dervê yê Çînê jî banga rawestandina êrîşan kir.    Name ji hikûmeta federal re hat şandin    Parlamenterên kurd ên endamên Partiya Çep ên Meclîsa Federal Gokay Akbûlût, Helîn Evrîm Sommer, endama Partiya Çep a Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr û endamên Partiya Çep ên Eyaleta Bremenê Mazlûm Koç û Cîndî Tûncel nameyek ji hikûmeta federal a Almanyayê re şand.    Parlamenterên Kurd bi rengekî lezgîn daxwazeke bi vî rengî ji hikûmeta federal kirin û daxwazên xwe wiha rêz kiri:    * Divê daxuyaniyeke şermezarkirina Tirkiyeyê bê kirin ku Tirkiyeyê Peymana Neteweyên Yekbûyî bin pê kiriye.    * Tirkiye vê dagirkeriya ku qanûnên navneteweyî binpê dike bi dawî bike û yekîneyên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne.    * Li dijî Tirkiyeyê di asta navneteweyî de ambargoya çekan bê ferzkirin.   * Otonomiya Kurdan ji aliyê 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bê misogerkirin.   * DAÎŞ'iyên li girtîgehên li herêmê li dadgeheke navneteweyî bên darizandin."   Çîn daxwaza rewestandina êrîşê kir    Çîn jî bû yek ji wan welatan ku dixwazin dawî li êrîşên yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn. Wezareta Karên Derve ya Çînê bang kir ku dewleta Tirk 'operasyona leşkerî' ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.    Her wiha Yekîtiya Ewropayê, DYE, Yekîtiya Ereban, welatên Emerîka Latîn beriya niha dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribûn. Li Yekîtiya Ewropayê jî gelek welatan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandin. DYE jî li dijî dagirkeriya Tirk ku lampeya kesk jê re vêxistibû, biryara pêkanînên tund wergirt.