Topa hewanê li Qoserê ket: 2 kesî jiyana xwe ji dest dan, 12 kes birîndar bûn 2019-10-15 13:32:04   MÊRDÎN - Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Qoserê ket. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.     Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên hatin cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Polîs û leşkeran derdora nexweşxanê girtin.    Walîtiya Mêrdînê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest  dan û 12 kes jî birîndar bûn.     Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin herin cihê bûyer, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.