Şêniyên Dêrikê yadê Eqîda û 5 tekoşerên azadiyê oxir kirin 2019-10-15 13:40:38   QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên Dêrîkê, Yadê Eqîda û 5 têkoşerên azadiyê yên ku di encama êrîşên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan bi merasimek girseyî oxir kirin.    Bi sedan şêniyên bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê Yadê Eqîda ya ku berê xwe dabû Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê da ku piştgiriyê bidin gelê Serêkaniyê û 5 têkoşerên azadiyê yên ku di encama êrîşên artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan bi merasimekê girseyî hatin oxirkirin.   Navê tekoşerên azadiyê yê ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Yadê Eqîda Usman, Şivan Elîko, Şiyar Zagros, Tîrêj Rojhilat, Dilşêr Qamişlo û Dilgeş Doz.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, ji aliyên Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Her wiha li ser navê Kongreya Star Perwîn Yusif axivî û malbatên têkoşerên azadiyê re sersaxî xwest û wiha got: "Axê me bûye agir û bûye hedefa hemû dewletan. Yadê Eqîde bû mînaka jina azad, her dem ji bo azadî û wekheviya gelê xwe têkoşîn dikir. Armancên şêhîdên me ew e ku gelê me di azadî û aramiyê de di welatê xwe de bijîn, lê dewleta tirk a dagirker vê yekê naxwaze û li ser qetlîam û tunekirinê xwe dide jiyîn."   Her wiha Yadê Eqîda dema ku berê xwe da Serêkaniyê ji bo piştgira gelan, dengê wê hat guhdarkirin.   Piştî axaftinan yek bi yek navê cangoriyên azadiyê hat xwendin û li ser milan bi tilîliyan û bi dirûşmeyan spartin axê.