Neteweyên Yekbûyî Tirkiyê hişyar kir 2019-10-15 13:42:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Mafên Mirova ya NY têkildarî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome Tirkiyê hişyar kir.    Ofîsa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyariya hiqûqa navnetewî li Tirkiyê kir. Di daxuyaniya hat dayîn de li gorî hiqûqa navnetewî dê Tirkiye ji înfazên komên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê pêk tîne berpirsiyar bê girtin.    Ofîsa NY kuştina siyasetmedara Kurd Hewrîn Xelef û kuştina endamên HSD’ê mînak nîşan da û wan derbarê înfazên komî de agahî wergirtine. NY banga “Ji bo sûcên şer ên muhtemel rêvebirina lêpirsîna serbixwe” li Tirkiyê kir.