Hat diyarkirin ku ew ê li Nisêbînê av bê birîn 2019-10-15 13:43:20   MÊRDÎN - Hat ragihandin ku ji ber sedema xebatên şebekeya nû ya ji bo avê ew ê ava Nisêbînê bê birîn.    Muduriyeta Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Nisêbînê ya ku di 19'ê Tebaxê de qeyûm hat tayinkirin, ragihand ku ew ê sibehê li Nisêbînê av bê birîn.    Li gor agahiyan ew ê av ê sibehê saet di 06.00'an de bê birîn.    Hat diyarkirin ku heta xebatê çêkirina şebekeyê bi dawî bibe ew ê birîna av ê bidome.