Li Erdîşê binçavkirina hevşaredaran hat şermezarkirin 2019-10-15 17:51:26   WAN - Rêxistina navçeya Erdîşa Wanê derbarê operasyonên ku serê sibehê li dijî hevşaredaran pêk hatî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku operasyon tê wateya xespkirina vîna gel.    Li navçeya Erdîşa Wanê di serdegirtinên malan de hevşaredar Yildiz Çetîn û Bayram Çetîn, Endamê Meclîsê Erdem Akbaş û hevserokên HDP'yen navçeyê Hîcran Kandemîr û Şakir Asil û kesekî bi navê Bayram Karaca hatin binçavkirin. Bi tevlîbûna parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, rêveberên partiyê, li avahiya HDP’ê daxuyaniyek hat dayîn.    Muazzez Orhan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku operasyone tê wateya xespkirina vîna Gelê Kurd û wiha got: "Hevşaredarên me yên Nisêbîn, Erdîş, Colemêrg û Geverê di operasyona serê sibehê de hatin binçavkirin. Ev her çar hevşaredarên me û endamên meclîsên şaredariyê hatin binçavkirin. Em vê baş dizanîn ku hikûmeta AKP’ê dixwaze ku bi van êrîşan îktîdara xwe ser piyan bigire. Ji dawîbûna îktîdara xwe Gelê Kurd berpirsyar dibîne. Ev êrîş hewlêdanên xespkirina vîna Gelê Kurd e.”    Muazzezê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha bi dawî axaftina xwe anî: "Rojava ya Gelê Rojava ye. Ew êrîşên ku li Rojava tên kirin dagirkeriye. Bi van êrîşan vîna gelan nas nakin û dixwazin ew jiyana hevpar ji holê de rakin. Em li vir bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin bila hêzên xwe ji wir vekişîne û dawî li vî şerî bîne. Divê pirsgirêk bi rêbazên demokratîk tê çareserkirin."