Êrîşî gundên Kobanê kirin û sivîl hatin revandin 2019-10-15 19:14:05   KOBANÊ - Komên ku girêdayê arteşa tirk, şêniyên li gundên di navbera bajaroka El-Celebiye û gundê Ebû Sira tevî hebûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrîş kirin û sivîl revandin.    7 roj in li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke dijwar ji hêla arteşa tirk ve pêk tê. Hat diyar kirin ku komên ku girêdayî arteşa tirk, li gundên El-Çelebiye û gundê Ebû Sirayê sivîl revandin. Hejmara sivîlên ku hatin revandin nehatin zanîn.