Spanya firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê da sekinandin 2019-10-15 19:24:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ragihan ku Spanya ji bo bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re raswestandiye. Her wiha di civîna şaredariya Lîvornoyê de jî hat xwestin ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.   7 roj in li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek ji hêl arteşa tirk ve pêk tê. Gelek sivîl di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî bi giranî birîndarbûn. Ligel çalakî û bertekan hat xwestin ku êdî çek nefiroşin Tirkiyeyê. Gelek welatên Ewropayê firotina çekan a ji bo dewleta Tirkiyeyê rawestandin.   Wezareta Karê Derve ya Spanyayê daxuyaniyek da û got: “Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirînin. Lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nadin.”   Li şaredariya Lîvornoyê civîn    Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Di civînê de hate diyarkirin ku bila tu kes çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Komîteya Kurdan a herêma Toscanayê ya Îtalyayê, Heyva Sor Îtalya û şaredariya Lîvornoyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.   Nûnerê Komîteya Kurdan Erdal Karabey û li ser navê Heyva Sor Îtalyayê Alîcan Yildiz diyar kirin ku bila zext li Tirkiyeyê were kirin û tu welat çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Şaredar Salvetî diyar kir ku ji bo sekinandina şerê li Rojava çi ji destê wan were, wê bikin.