Jinan li Silêmaniyê ji bo Rojava çalakî li dar xist 2019-10-15 19:55:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Herêma Federal a Kurdistanê ji bo bîranîna Hevrîn Xelef, Daye Eqîde û tevayî pakrewanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gulên spî belavkirin û mûm vêxistin.    Jinên Herêma Federal a Kurdistanê li Silêmaniyeyê di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî civiyan qetilkirina Xevrîn Xelef şermezar kirin û her wiha ji bo piştgirîdayîna berxwedana rûmetê û bîranîna pakrewanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên Sekretera Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê Hevrîn Xelef û Daye Eqîd hat hilgirtin. Her wiha ji bo kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dayî mûm hatin vêxistin.   Di çalakiyê de jinan daxwaz ji hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kirin ku helwestek fermî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin û gotin ger helwestek cidî neyê nîşandan wê dewleta Tirk hewl bide tevayî xaka Herêma Federal a Kurdistanê dagir bike.