Xwendekarên Zanîngeha Raperînê ji bo Rojava çalakî li dar xistin 2019-10-15 21:43:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Raperîn a li navçeya Ranya li dijî êrîşa arteşa tirk çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin.   Di saetên êvarê de xwendekarên Zanîngeha Raperîn li Ranya ji bo piştgirîdana berxwedana Rojava û şermezarkirina êrîşên arteşa tirk çalakiyeke girseyî li dar xistin.   Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û wiha hat gotin: "Piştî ku Erdogan di mijara ‘navçeya aram’ de bi ser neket dest bi êrîşên li Rojavayê Kurdistanê kir. Divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Başûr bikeve nava hewildanan. Divê hemû bazirganiyên xwe li gel Tirkiye bide rawestandin. Her wiha hate gotin ku bihêzbûna Rojava di heman demê de bihêzbûna Başûrê Kurdistanê ye, ji bona wê wek xwendekar û mamostayên zanîngeha Raperîn piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin."