'Em şopdarên dîroka qehremaniyê û şerê rûmetê ne' 2019-10-16 09:02:19   Nûdem Têkoşer     QAMIŞLO - Êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava ket roja xwe ya 8'an. Li Serêkanî û Girê Spî êrîşên artêşa tirk didomin. Îro roja 8'an e. Hemû rojnamevanên jin kêlî bi kêlî rewşa pêşketinan ji ajans, rojname û televîzyonan re radigihînin. Di komkujiyek ku li Serêkaniyê hat jiyîn de, 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 rojnamevan jî birîndar bûbûn. Tevî zor û zehmetiyan Rojnamevan, pêşketinên Rojava ji hemû cîhanê re ragihandin. Rojnamevanên bi navê Gulîstan Tara û Dilocan Bozî ku her kêliyên êrîşên li ser Rojava tevî hemû zehmetiyan û êrîşan dişopînin gotin:"Em ê jî wekî rojnamevan her kêliyên şer heta hilma xwe ya dawiyê bişopînin."   Di 9'ê Cotmehê de êrîşên artêşa tirk ên li ser Rojava dest pê kir. Ev 8 roj in dewam dike. Rojnamevan Gulîstan Tara û Nûçegîhana JIN NEWS'ê Dilocan Bozî ya ku li Girê Spî û Reqayê nûçeyên êrîşan dişopîne, rewşa gel, her wiha itifaqên ku di navbera QSD'ê û Rejîmê de çêbûye nirxand.   Her wiha Gulîstan rewşa şer  ji roja ku dest pê kirî heta roja îro ji hemû qadên Dêrîk, Amûdê, Qamişlo û Girkê Legê şer şopand.   'Berxwedanek bêhempa tê jiyîn'   Gulîstanê bal kişand ser şerê Dêrîkê û wiha got: "Berxwedaneke bêhempa tê jiyîn. Êrîşên artêşa tirk a dagirker dewam dike. Gelek ciwanên Kurd û Ereb  ji Dêrikê  heta Serêkaniyê diherikin çeperên şerê rûmetê. Piştî bangawaziya seferberiyê, ji hemû temenan  mirov beşdarê seferbertiyê bûn. Li Dêrikê jin û mêr bi hev re çek rakirin û axa xwe diparêzin. Herî zêde tevlîbûna pêkhateyên ereb balkêş bû."   'Hêzên Parastina Jinê taxê xwe diparêzin'   Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand Hêzên Parastina Jinê û wiha domand: "Hêzên Parastina Jinê li ser erkê xwe ne û taxên xwe diparêzin. Gel perwerde dikin û di îradeya xwe de bi israr in. Bi hezaran kes ji bo axa xwe biparêzin çek rakirin."   'Gel dev ji axa xwe berneda'   Gulîstanê di domandina axaftina xwe de behsa çûyinba xwe ya  gundan kir û wiha pê de çû: "Li gundan gelek topên artêşa tirk a dagirker li ser sivîlan dihatin barîn, lê tevî wê gel dev ji axa xwe berneda. Tevî şer jiyana xwe didomînin. Gel naxwaze dev ji axa xwe berde, me di vir de biryarbûyina gel ji nêz ve didît. Jixwe dema em beşdarî merasîma siyasetmedera jin Hevrîn Xelef bûn, tevî êrîşan gelek kes beşdar bû û pêkhateyên Ereb û Sûryan jî cih di nav de digirtin."   'Berxwedan dê berdewam bike'   Gulîstanê bal kişand ser tifaqên di navbera QSD'ê û Rejîmê û wiha dom kir: "Ev tifaq pêvajoyek nû da destpêkirin. Ji Dêrîkê heta Minbîcê dê leşkerên Rejîmê li ser sînor cihê xwe bigirin. Heta niha jî hevdîtin didomin. Hîn encamên hevdîtinan tam ne diyar in. Gelê Rojava dev ji projeya Rêveberiya Xweser bernadin. Heta dawiyê dê berxwedana xwe dewam bikin. Ev baweriya me bi gelê me ye , heta pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hêza xwe bawer nekin, dê deskeftiyên şoreşê bikeve di nava xeteriyeke mezin de. Ev tifaq armanca wê ew e dagirkeriya dewleta tirk were rawestandin. Tevî her tiştî dê berxwedan dom bike, ji ber ku xeteriya çeteyên DAIŞ'ê pir zêde ye. Li hember şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ'ê operasyon dom dike. Çeteyên DAIŞ'ê ji kampan û zindanan direvin. Li hember çeteyan berxwedan didome."    'Em şopedarên dîroka qehremaniyê ne'    Gûlistanê herî dawî diyar kir ku heta nefesa xwe ya dawî ew ê berxwedana rûmetê bişopînin û wiha got: "Em ê li ser vê axê berxwedana xwe bidomînin. Em ê bibin çavê rastiyê û êşa gelê xwe ragihînin. Em şopedarên  dîroka qehremaniyê ne. Cîhan tevahî divê di dîrokê de behsa kurdan bikin. Em jî wek rojnamevan, berxwedana dîrokî heta kêliya dawiyê bişopînin."    'Em ê li Rojava rê nedin dijiminatiya li dijî jinê'    Nûçegîhana JIN NEWS'ê Dilocan Bozî ya ku li Girê Spî û Reqayê nûçeyên êrîşan dişopîne jî wiha got:"Bi şev û bi roj balafirên bê mirov li ser me difirin. Êrîşên zêde dijwar tên kirin. Sîvîlan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û koçberiyek mezin dest pê kir. Tayyip Erdogan sîstema jinê û jiyana wekhev hedef digire. Li eniya şer jin serîhildanek gelek mezin nîşan didin. Komên ku girêdayî tirkiyeyê ne jina siyasetmedar Hevrîn Xelef hedef girtin. Em ê li Rojava rê nedin dijiminatiya li dijî jinê."