Evîn Paşo: Xeteriya DAIŞ’ê zindî dibe 2019-10-16 09:03:11   HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star  a Kantona Hesekê Evîn Paşo teqez kir ku bi êrîşîn dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  xeteriya DAIŞ’ê zêdetir dike.    Ji roja têkçûna DAIŞ’ê heta niha gefên êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava dewam kir. Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir, Erdogan gefên xwe zêde kir û êrîşî herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê kir. Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo derbarê vê mijarê de nirxandin kir.   'Naxwaze rûyê wî yê rast derkeve pêş'   Evînê destnîşan kir ku armanca Erdogan ji êrîşîn ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veşartina rûyê xwe yê rast ji raya giştî ye û wiha dewam kir: "Dema Rêveberiya Xweser banga darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir Erdogan êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ji ber ku di wê tirsê de ye ku di lêpirsîna bi çeteyan re têkiliyên wan ên bi hev re eşkere bikin. Naxwaze rûyê wî yê rast derkeve pêş."   'Bi êrîşan re xeteriya DAIŞ’ê zindî bû'   Evînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Piştî rizgarkirina Reqa û Dêrazorê, şervanên QSD'ê û saziyên ewlekariyê operasyona girtina şaneyên veşartî dan destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek çete hatin girtin. Li gorî Fermandariya Giştî ya QSD’ê di girtîgehan de zêdeyî 12 hezar DAIŞ’î hene, jê 2 hezar biyanî ne û yên mayî Sûriyeyî ne. Di heman demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 kamp hene jê Hol, Mebrûka, Erîşa, Roj û Dêra Zor malbatê çeteyan lê dimînin û yê din kampê gelê Êzidî û Efrînî ne. Ji ber wê êrîşîn Erdogan li ser herêmê û bi taybet Kampan hedef heye. Bi armanca ku destek bide malbatên çeteyan da ku ji kampê birevin û rêxistina xwe carek din zindî bikin."   'Êrîşên Artêşa Tirk ewlehiya herêmê hedef digire'   Evînê bal kişand ser ewlehiya herêmê ku di êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tê girtin û wiha pê de çû: "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê wekî destekdayîna ji bo çeteyên DAIŞ’ê bû. Di aliyekî de êrîşî kampan kir û  di aliyekî de şaneyên razayî li zindana Hesekê teqîn pêk anîn, ev bû sedema ku bi hezaran çete û malbatê wan ji kampa Mebrûka û zindanan birevin. Çete li ser Rojhilata Navîn û cihanê xeteriyeke mezin e."   'Jinên Rojava ew ê heta dawî li berxwe bidin'   Evînê diyar kir kur çeteyên DAIŞ'ê di destpêkê de dema êrîş dike jinan hedef digire û wiha domand: "Çete di destpêkê de jinan hedef digire, wek wê jî çeteyên Artêşa Tirk a dagirker jinan hedef digire. Mînaka herî mezin hedefgirtina rêhevala me Hevrîn Xelef e. Ev tê wateya ku artêşa tirk a dagirker daxwaza wê ya sereke ji êrîşan ew e ku civakê tune bike ji ber ku ew jî dizanin ku bi jina azad civakek azad û wekhev ava dibe."   'Em ê bi hev re şoreşa jinê bi ser bixin'   Evînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê xilas kir. Cîhan deyindarê wê ne ku helwesta xwe ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên me diyar bikin. Bang li hemû jinên cîhanê dikim ku xwedî li deskeftiyên Rojava derkevin da ku em bi hev re şoreşa jinê bi ser bixin."