‘Hebûna DAIŞ’ê li hember gelan û jinan xetere ye' 2019-10-16 09:10:07   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Nûnerên partiyên siyasî û saziyên Edeneyê diyar kirin ku operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember destkeftiyên şoreşa jinan e. Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek got: “Ev şer tê wateya zindîkirina DAIŞ’ê û tunekirina destkefiyên jinan. Divê em hemû li dijî vê bisekinin.”   Bertekên li hember operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de da destpêkirin zêde dibin. Li Edeneyê li dijî operasyonan ji roja ewil de deng bilind dibin.   ‘Hebûna DAIŞ’ê li dijî gelan û jinan tehdîde’   Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Edenê Sevîl Arici diyar kir ku di şer de ewil jin û zarok mexdûr dibin û wiha got: “Aliyê herî bi êş yên şer jin dijîn. Şer di her alî de hilweşînê tîne. Sedema herî mezin a koçberî û sirgunan şer in. Cihên xwecihbûnê yên sîvîl yên herêmê neyînî bi bandor dibin. DAIŞ li hemû cîhanê bi çalakiyên xwe yên bi xwîn tê zanîn. Sedema gelek bûyerên bi êş yên welatin jî. Ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê divê li dijî vê rêxistina çavsor têkoşîn bê dayîn. Li dijî gelan û jinan xetereyek mezin e. Bi salan em dizanin ku şerên li Rojhilata Navîn jinan mahkumê koletî û tecawizê dike. Mixabin gelek mînakên wê me dîtin. Îro jî dîsa bi heman xetereyê re hatine rû hev.”   Sevîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiye û cîhanê ev demek dirêj e li hember jinan zext û şîdet zêde bûye jin li dijî vê tên cem hev û berxwedanê mezin dikin. Sevîlê ev tişt vegot: “Jin li seranserê cîhanê hatin cem hev û ketin tevgerê.”   ‘Desthilatdarî kaosê girantir dike’   Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek daxuyakirin ku Tirkiye di pêvajoya krîzeke pir alî de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li Tirkiyeyê krîzek aborî û ekolojîstîk heye. Di vê pêvajoyê de AKP ji bo desthilatdariya xwe bide berdewamkirin, aloziyê, şîdetê, zextê, netewperestiyê û zayendperestiyê bilind dike. Şer ne hewcedariya me, tişta herî xerab ya tê serê mirovan e. Ev wê rewşa jin, zarokan û welat hîn bêtir xerab bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gundekî jinan hat avakirin. Hemû saziyên jinan ev gundê jinan bi kelecanek mezin temaşe kiribû. Gelê Rojava ji bo civakek wekhev ava bikin têdikoşin. Lê niha Tirkiye mudaxaleyê wir dike, tevgera leşkerî pêk tîne û ev jî wê DAIŞ’ê li wir dîsa zindî bike. Wê destkeftiyên jinan tune bike. Ji ber vê em neçarin li dijî vî şerî derkevin.”