Ji bo kampanyayê bang: Em jiyana xwe bi hev re biparêzin 2019-10-16 09:17:42   Gulîstan Azak   MERSÎN - Ji aliyê Jin bi Hev re Xurtin bi dirûşmeya ‘Demildest Kuştinên Jinan Rawestînin’ kampanya hat destpêkirin û ji aliyê platform û rêxistinên jinan ve piştgiriyek mezin dît û ji her bajarî deng bilind dibe. Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn, banga tevlîbûna kampanyayê kir û got: “Werin em jiyan û mafên xwe bi hev re biparêzin.”   Rêxistina Jin bi Hev re Xurtin li dijî şîdet û kuştinên jinan di 28’ê îlonê de starta kampanyayek ku heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî da. Kampanya ku bi dirûşmeya ‘Demildest Kuştinên Jinan Rawestînin’ji aliyên gelek aliyan ve piştgiriyek mezin dît. Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn der barê kampanya û şîdeta li ser jinan zêde bûye de axivî.   ‘Em ji gotina ‘em dixwazin bijîn’ ketin vê rê’   Çîgdemê diyar kir ku jin her roj bi şîdeta mêr re tên rû hev û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoya ku em diçin 25’ê Mijdarê de, me kampanyeke bi ser navê ‘Em dixwazin bijîn’ da destpêkirin. Di van rojên ku roj bi roj qêrîna ‘ez naxwazim bimrim’ bilind dibe, me xwest em gotina xwe ya ‘em dixwazin bijîn’ li qadan belav bikin. Em dixwazin kampanya xwe li dijî êrîşên desthilatdariyê li her derê belav bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re jiyan û mafên xwe bi hev re biparêzin.”   ‘Divê demildest stargehên jinan bên sererastkirin’   Çîgdemê destnîşan kir ku wan wek Tora Parastina Jinan di çalakiyên krîz avhewayê ya 20-27’ê îlonê de li dijî kuştinên jinan çalakî pêk anîne bi platforma jinan re di çarçoveya kampanyaya ‘demildest pêşî li Kuştinên Jinan bigirin’ xebat û bername li taxan pêk anîne. Me di çarçoveya kampanyayê de forum, civîn û çalakiyê cur bi cur pêk anîn. Li hember rêveberiyên herêmî jî xebatên me çêbûn. Der barê rêveberiyên herêmî de jî xebatên me yên bilindkirina daxwazan çêbûn. Di çarçoveya van daxwazan de daxwaza me ya sereke yek jê stargehên jinan bûn. Divê demildest ev qad bên sererastkirin.”   Çîgdemê her wiha da zanîn ku bi Platforma Jinan a Mersînê re jî der barê ku rêveberiyek herêmî ya çawa dixwazin de jî xebat meşandine û got nêzîkatiya zayendperest ya endamên meclîsê yên şaredariyê yên MHP’î derxistine holê. Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew jin jiyaneke wekhev dixwazin û ev bang kir: “Banga me li jinan heye. Em dixwazin bijîn. Ev bangek jiyanê ye. Werin em Tora Parastina Jinan berfireh bikin, maf û jiyana xwe bi hevre biparêzin.”