Platforma Koçberiyê: Koçberiya Nisêbînê ji bo demekê ye 2019-10-16 09:29:45   MÊRDÎN - Endamên Platforma Koçberiyê ku li Nisêbînê lêkolîn kirin, diyar kir ku bombebaran bi armanca koçberkirinê hatiye kirin û got li navçeyê bi operasyonê re koça hatiye destpêkirin, ji bo demekê ye û wê vegerin.   Piştî operasyona ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin yek ji navendên ku pevçûn lê hat jiyîn Nisêbîn a Mêrdînê bû. Malbatên ku demek berê malên xwe terk kirin û çûn cihên cuda, dest bi vegerê kirin. Bi vê re jî esnafên navenda bajarê yek bi yek dikanên xwe vekirin. Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên mafê mirovan ji bo lêkolînan bikin jî çûyîn û hatina bajar berdewam dikin. Endamên Platforma Koçberiyê jî der barê geşedanên rojên dawî hat jiyîn de hinek lêkolîn li navçeyê kirin.   ‘Bi gel re tirs û fikar heye’   Endama Platforma Koçberiyê ya Amedê Dîlek Erîk ku li navçeyê xebat meşandibû, diyar kir ku tevî ku bi gel re tirs û fikar heye jî naxwazin malên xwe terk bikin û got koçberî herî zêde li taxên ku teqîn lê hatine jiyînê pêk hatiye. Dîlekê wiha got: “Me ewil li Maseya Krîzê hevdîtin pêk anîn. Pişt re em çûn taxên ku topa hewanê lê ketiye. Me dî ku mirov dibêjin çi dibe bila bibe ew naxwazin ji wir derkevin. Esnafan nedixwest ji vir derkevin. Bi gel re tirs û fikar hebûn.”   ‘Bila gelê me axa xwe terk neke’   Berdevkê Platforma Koçberiyê Selahattîn Guvenç der barê lêkolînên ku meşandibûn de axivî û diyar kir ku ew çûne taxên ku lê teqîn hatine jiyîn û her wiha bi Maseya Krîzê şaredariyê ava kiribû û gel re hatine cem hev. Bila gelê me axa xwe terk neke. Em li esnafan geriyan. Em çûn taxên ku teqîn lê hatibûn jiyîn. Em çûn malên sersaxiyê. Piranî gel got ‘em dizanin bombe ji ku hat. Yên berê mala me xera kirine dixwazin dîsa bajar bombe bikin’. Êrîşên li dijî gel bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Em vê şermezar dikin. Dixwazin tovên dijminahiyê biçînin. Em jî li dijî van polîtîkayan neçarin xwedî hişmendî bin.”