Li Şirnexê berteka li dijî êrîşan: Dawetên govend hatin îptalkirin 2019-10-16 09:34:30   ŞIRNEX - Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava li navenda şirnexê û navçeyên wê dawetên bi govend hatin îptalkirin.    Li navend û naçeyên Şirnexê piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirinê dawetên ku dê bi govend bihata kirin hatin îptalkirin. Hat ragihandin ku herî zêde li Cizîr û Sîlopiya Şirnexê di nava hefteyekê de bi dehan dawetên ku wê bi govend bihata kirin hatine betalkirin û li şûna govendê dayîna xwarinê hatiye tercîhkirin.    Herwiha hat diyarkirin ku li bajarê Şirenxê yê her dengê stranên kurdî jê bilidn dibû ev hefteyeke bêdengî serwer e.