Rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û yên navneteweyî li dijî êrîşan deklarasyon weşandin 2019-10-16 10:57:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Komîteya Kampanyaya Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin) rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û gele rêxistinên jinan ên navneteweyî li dijî êrîşên delweta tirk ên li ser Rojava deklerasyonek hat weşandin. Di deklerasyonê de hat gotin ku divê êrîşên li dijî Rojava û dibe sedema kuştin û koçberkirina sîvîlan divê demildest bi dawî bibe. Her wiha ji bo piştigiriya gelên li Rojava û bidawîkirina êrîşên li ser Rojava kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.    Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li dijî Rojava ket roja 8'emîn. Li dijî êrîşên dewleta tirk dengên rêxistinên jinan û navneteweyî bilind dibidin. Li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava bi pêşengiya Komîteya Kampanyaya Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin) rêxistinên jinên Rojhilata Navîn û gele rêxistinên jinan ên navneteweyî li dijî êrîşên delweta tirk ên li ser Rojava deklerasyonek hat weşandin. Di bin deklerasyonê de gelek navên rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn û navneteweyî û navên gelek jinên endamên rêxistinên Rojhilata Navîn û navneteweyî hene. Di deklerasyonê de hat ragihandin ku êrîşên li ser sîvîlan sûcê mirovatiyê ye û hat gotin ku divê li dijî şerên li dijî nirxên mirovatiyê hemû cîhan dengê xwe bilind bike. Her wiha ji bo piştigiriya gelên li Rojava û bidawîkirina êrîşên li ser Rojava kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin.    Di berdewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin:   "Dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi şerê dagirkeriyê ê li dijî Bakurê Sûriyeyê kir. Artêşa Tirk bi êrîşên ezmanî û topên hawanan êrîşî hemû bajarên mezin ên li ser sînor dike. Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurdistanê tenê di pênc rojên dawî de 46 sîvîl hatine qetilkirin û 139 kes birîndar ketine. Di nav de gelek jin û zarok jî hene. Niha artêşa tirk bi qaşo 'Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê' ya ku ji komên terorê yên cuda pêk tê li ser erdê jî êrîşên xwe berdewam dike. Di heman demê de hucreyên DAIŞ'ê yên razayî jî li tevahî Bakurê Sûrîyeyê dest bi êrîşên nû kirine. QSD, YPG û YPJ'ê yên ku Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji terora DAÎŞ ê rizgar kirin, niha jî ji bo parastina gel ji komkûjî û dagirkeriyê canê xwe feda dikin. Jinên ku bi hezaran jin ji koletiya DAIŞ ê rizgar kirin, îro ji aliye artêşa NATO'yê ve tên bombebarankirin.    'Bi deh hezaran malbat hatine koçberkirin'   Jiyana bi milyonan mirovên ji gel û olên cuda yên li herêmê îro di bin xeterê de ye. Bi deh hezaran malbat hatine koçberkirin. Tevî gundên Kurd û Ereb, taxên Ermeniyan jî bi taybetî tên hedefgirtin. Pir zelal e ku ev êrîş bi armanca paqijkirina etnîkî û guhertina demografik tên kirin. Civaka navneteweyî, dagirkerî û sûcên şer ên dewleta tirk ên li ser Efrînê ya ku di  Rêbendana 2018'an de dest pê kir heta îro jî ji nedîtî ve tê. Ji ber wê yekê dewleta tirk hewl dide heremên ku kontrol dike berfirehtir bike û pîvanên xwe bêhtir li herêma Bakur-Rojavayê Sûrîyeyê ferz bike, bi vê yekê jî hûqûqa navneteweyî û serweriya Sûrî yeyê binpê dike.    'Êrîşên dewleta tirk di heman demê de li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye'   Di heman demê de dewleta tirk, îradeya gelên herêmê yên ku bi awayekî aştiyane di bin banê xeweseriya demokratîk de bi hev re dijiyan binpê dike. Êrîşên dewleta tirk di heman demê de li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ya Rojava ya ku bû çavkaniye jinên cîhanê ye. Jinên ku pêşengiya ava kirine modela civakî ya demokratik û civaka ekolojîk dikin îro di bin êrîşa kûjerên cîhadî de ne. Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûrî Hevrîn Xelef dema ku diçû serdana birîndar û koçberên li herêma Til Temirê di dafekê de di 12'ê Cotmehê de hat înfazkirin. Tevî ku şerê 8 salan berdewam dike Rêvebiriya Xweseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di aliyê mîsogerkirina mafê mirovan ên demokratik û pêwistiyên mirovan de bi ser ket. Bi sed hezaran koçberên ji herêmên cuda îro li vir penaber in. Bêyî alîkariyeke cidî ya saziyên NY'ê ev penaber ji aliyê rêvebiriya xweser ve hatine bicîhkirin û parastin.   'Îro dîsa bi awayekî vekirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin'   Piştî ku hikûmeta Erdogan bi awayekî vekirî planên xwe yên vî şerê dagirkeriyê ji raya cîhanê re ragihand, di nav de saziyên NY'ê jî tevahiya civaka navneteweyî ji bo pêşîgirtina vê dagirkeriyê gavên pêwîst neavêtin. Ji vê bêhtir hêzên hegemonîk mîna DYA û Rusya dewleta Tirk teşwîqî  vê êrîşê kirin. Komkûjiya Împaratoriya Osmaniyan ya li dijî Ermenî û Asûriyan ya 1915'an û komkûjiyên li dijî gelê Kurd li Dersim, Helepçe, Nisêbîn, Cizîr û Efrînê hîna di hişê me de ne. Îro dîsa bi awayekî vekirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Di vir de ji qanûnên navneteweyî, mafên mirovan bêhtir hesabê qezencên şer tên kirin.    'Me bi bedelên giran şoreşa jinê parastiye'   Jinên Rojava her tim binê vê yekê xêz kiriye: “Me bi bedelên giran şoreşa jinê parastiye. Em li ser navê hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe dimeşînin.” Şerê dewleta Tirk li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di heman demê de êrîşeke li dijî me hemûyan e. Ev êrîş destkeftiyên têkoşîna me ya ji bo mafê jinan, azadî û edaletê hedef digire. Bi kampanya navneteweyî Women Defend Rojava (Jin Rojava Diparêzin) em li dijî faşizm, dagirkerî, pederşahîyê bibin yek. Em ji bo naskirina xweseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, ji bo aşitî û edaletê li Sûrîyeyê dengê xwe bilind dikin.    Jibo pêşîgirtina komkûjiyan û qirkirina jinan di sedsala 21'emîn de, em bang li Meclîsa Parastinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC), hemû şaxên têkildar yên civaka navneteweyî û hikûmetan dikin ku bi awayekî lezgîn van gavan bavêjin;   *Divê dagirkeriya dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi lezgînî were sekinandin,   *Divê ji bo parastina gelê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê qada ezmanî ji tirkan re were girtin,   *Divê pêşî li sûcên şer û paqijkirina etnîkî ya artêşa tirk, DAIŞ, El Nusra û komên din ên cîhadî were girtin,    *Divê qadên navneteweyî hemû sûcên şer sûcdarên şer derxin pêşberî edaletê,   *Divê bi Tirkiyeyê rê bazara çekan were sekinandin,   *Divê li hember Tirkiye embargoya aborî û siyasî were danîn,   *Divê Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê were nasîn,   *Ji bo çareseriya sîyasî ya krîza Sûrîyeyê, bi temsîliyet û tevlîbûna jinan û nûnerên hemû netew, ol û çandan yên li Sûrîyeyê, gavên pêwîst bi awayekî lezgîn werin avêtin.   Rêxistinên Jinên di amadekirina deklarasyonê de cihê xwe digirin wiha ne:   Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûryê; Kongra Star;  Meclîsa Jinên Sûryê, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan KJAR; Rêxrawê Jinên Rojhilatê Kurdistan RONAK; Rêxrawê Jinanê Azadîxwazî Kurdistan RJAK; Rêxrawê Peywendiyên Afratanî Kurdistan REPAK; Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewrûpê TJK-E; Nûnertiya Navnetewî ya Tevgera Jinên Kurd IRKWM; Buro ya Jinên Kurd ji bo Aşitî CENÎ; Yekitiya Jinên Xwendekar ên Kurdistan JXK; Tevgera Jinên Ciwan; Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ; Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk; Weqfa Jinên Azad a (WJAR); Înîsyatîfa Jinên Misilman ên Demokratîk; Akademiya Jineolojî; Komeleya Jinên Filistînî li Libnanê; Desteya Jinê ya Partiya Yekitiya Suryanî li Libnanê; Terretorios y Resistancias (Bolîvya); Southall Black Sisters (Brîtanya); Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA (Afxanîstan); Women’s Strike Polonya; Mujeres Libres (CNT / Spanya); Union Syndicale Solidaires France (Frensa); International Labour Network of Solidarity and Struggles; Feminist Assembly of Madrid (Spanya); Feministas de Abya Yala (Uruguay); Centro de Intercambios y Servicios Cono Sur CISCSA (Arjantîn)    Navên kesên di amadekirina deklarasyonê de cihê xwe digirin wiha ne:   Mahila Kisan Adhikaar Manch (Forum ji bo Mafên Jinên Cotkar, Hîndîstan); Sylvia Marcos (nivîskar, Meksîko); Meredith Tax (nivîskar & Emergency Committee for Rojava, DYA); Nadje Al-Ali (rewşenbîr, DYA); Collette McAllister (Sinn Féin, Irland); Maria Luiza Duarte Azedo Barbosa (Meşa Jinên Cihanê, Brazîlya); Dr Radha D’Souza (Zanîngeha Westminster, Brîtanya); Dr Mahvish Ahmad (Zanîngeha Western Cape, Afrîka Başûr), Francesca Gargallo Celentani (nivîskara femînîst, Meksîko); Laura Quagliuolo (edîtor, Îtalya); Teresa Cunha (rewşenbîr, Portugal); Tor Bridges (xaltîka Anna Campbell, hilberîner, Brîtanya);  Lilian Galan (MPP, Uruguay); Nancy Fraser (professora felsefê û siyasetê, DYA);  Dr Mithu Sanyal (nivîskar û weşankar, Elmanya); Margaret Owen (Jinebiyên ji bo Aşitî û Demokrasî WPD & Seroka Kampanya Aşitî ji bo Kurdistan, Brîtanya); Alba Sotorra Clua (derhêner, Spanya); Rahila Gupta (nivîskar and aktivist, Brîtanya); Dr Mónica G Moreno Figueroa (sosyolog, Brîtanya); Julie Ward (Endama Parlamana Ewrûpê, Brîtanya); Prof Sarah Franklin (sosyolog, Brîtanya); Wendy Lyon (parêzera mafên mirovan, Irlanda); Dr Zahra Ali (sosyolog, DYA); Fatemeh Sadeghi (McGill University, Canada/Iran); Dr Sarah Glynn (rewşenbîr, Scotland); Maryam Ashrafi (social documentary photographer & film-maker, Îran); Dr Hettie Malcomson (rewşenbîr, Brîtanya); Debbie Boockchin (journalist & nivîskar, Brîtanya); Selay Ghaffar (Solidarity Party of Afghanistan); Dr Marina Sitrin (Binghamton University, DYA); Amber Huff (lêkolînvan, Brîtanya); Christelle Terreblanche (Zanîngeha Kwazulu-Natal, Afrîka Başûr); Erella Shadmi (rewşenbîr, Îsrael); Molly Crabapple (artist and nivîskar, DYA); Dr. Soraya Fallah (California State University, DYA); Dr. Camilla Power (Radical Anthropology Group, Brîtanya); Prof. Flavia Almeda Pita (State Zanîngeha Feira de Santana Bahia & Incubadora de Economia Popular Soldidaria, Brazîlya); Houzan Mahmood (nivîskar, Brîtanya); Dina al-Kassim (Zanîngeha British Colombia, Kanada), Vilma Rocio Almendra Quiguanas (Indigenous Nasa/Misak, Pueblos en Camino, Kolombya); Helina Paul (ecologist, Brîtanya); Rane Khanna (derhêner & lecture, Brîtanya); Mechthild Exo (lêkolînvan & activist in peace and conflict studies, Elmanya); Rita Lora Segato (Zanîngeha San Martin, Brazîlya); Prof Emeritus Ana Falu (Zanîngeha Cordoba, Arjantîn); Janet Sarbanes (nivîskar and professor, DYA);  Charlotte Maria Saenz (rewşenbîr, DYA); Monika Gärtner-Engel (endama damezrîner a Konferansa Jinên Cihanê WWC, Elmanya); Carla Bergman (nivîskar & film-maker, Kanada); Targol Mesbah (rewşenbîr, DYA); Lilián Raquel Galán Pérez (Endama Konseya Parla Sur, Amerîka Latîn); Sally Jackson (rewşenbîr, DYA); Verónica Mounier (rewşenbîr, Meksîko);  ...   Lînka ji bo piştgiriya kampanyaya îmzeyê ev e:   https://womendefendrojava.net/2019/10/15/womens-declaration-stop-turkeys-occupation-war-against-north-and-east-syria-immediately/