Li Wargeha Mexmûrê Malbatên Şehîdan piştgirî dan Rojava 2019-10-16 11:11:08   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamên Saziya Malbatên Şehîdan ji bo piştgiriya Rojava mewlûd dan.    Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava ket roja 8'emîn. Piştgiriya ji bo Rojava didome. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) endamên Saziya Malbatên Şehîdan ji bo piştgiriya Rojava mewlûd dan.    Endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê dan zanîn ku ew dixwazin êrîşên li ser Rojava demildest bi dawî bibe û gotin heta şer bi dawî nebe ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava bidomînin.