Nûçegihana me Berîtan Canozer beraet kir 2019-10-16 11:21:25   AMED - Nûçegihana me Berîtan Canozer ji doza ku derbarê wê vebûbû de beraet kir.   Nûçegihana me ya Jinnewsê Berîtan Canozer ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, 2'emîn daneşîne doza wê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerê Berîtan, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Platforma Bêdeng Nebe û gelek rojnameger tevlî daneşînê bûn.    Heyeta dadgehê di daneşînê de ji bo Berîtanê biryara beraetê da.