Ayşe Surucu: Em bi komkujiyên DAÎŞ'ê rû bi rû ne 2019-10-16 12:11:53   RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser DAÎŞ'yên ku di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava de reviyane û wiha got:"Bi vî şerê ku tê meşandin em dîsa bi komkujiyên DAÎŞ'ê rû bi rû ne. Dê hikumeta AKP'ê çawa hesabê vê yekê bide. Di dîrokê de ji bin vî barî çawa rabin."   Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî yên li ser Rojava di roja 8'emîn de didome. Di encama êrîşan de welatiyên li Navçeyên Pirsûs, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan ên Rihayê dijîn mecbûr man ku koç bibin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu têkildarî mijarê de diyar kir ku dengên qadên navneteweyî yên bilind dibin qels in û divê li dijî vî şerê gavên berbiçav bên avêtin.    'Dê Kurd li Rojhilata Navîn bibin nifteya aştiyê'   Ayşeyê diyar kir ku Hikumeta AKP'ê dixwaze destkeftiyên Gelê Kurd tune bike û wiha got:"AKP zextan li ser gelê kurd zêde dike da ku siyaseta demokratîk tune bike. Bi tayinkirina qeyûman û bi binçavkirin û girtinana îradeya gelan tune dikin. Niha jî êrîşî Rojava dikin. Ev şerekî li dijî gelê kurd e. Îro hemû cîhan ji statuya Rojava haydar e. Gelê Rojava li dijî DAÎŞ'yan şer kir. Niha bi vî şerî êrîşî nasnameya kurdan dike û dixwaze demografiya Rojava bê guhertin. Îtidara AKP'ê Kurdan ji cih û warên wan dike û dixwaze rêxistinên selefî û çeteyan bi cih bike. Hebûna gelê kurd mîsogeriya Rojhilata Navîn e. Serîhildana li Kobanê û Şengalê nîşana vê yekê ye. Dê Kurd li Rojhilata Navîn bibin nifteya aştiyê.    'Em li ba gelê xwe ne'   Ayşeyê wiha dawî lê anî:"Nahêlin em têkevin bajarên ku şer lê diqewime. Em wekî parlamenterên vî bajarî çûn Serêkaniyê me li wir lêkolîn kir. Lê nehiştin em biçin Pirsûsê. Gel li wir tenê tê hiştin. Me wekî partiyê maseya krîzê ava kir. Em bi gelê li Pirsûsê re di nava têkiliyê de ne. Em li ba gelê xwe ne. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome."