Kujerê mamoste Şengul Karaca beraet kir 2019-10-16 13:01:03   STENBOL - Heyeta dadgehê biryara beraetê da Hasan Aydin ê ku ji kuştina mamoste Şengul Karaca dihat darizandin.    10'emîn, danişîna doza bersûc Hasan Aydin ê ji kuştina Şengul Karaca dihat darizandin, li 31'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Hasan Aydin di 4'ê gulana 2017’an de mamoste Şengul Karaca ji şibakê avêtiye û kuştiye li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derket pêşberî dadehê. Di danişînê de Hasan Aydin ê serbest tê darizandin û parêzerê wî tevlî danişînê nebû. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê Hatice Boz li salonê amade bû.    Di danişînê de dozger xwest Hasan beraet bike. Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî Hatice Boz jî li dijî mutalaaya dozger derket û xwest bersûc bê cezakirin. Lê heyetê bi hinceta daxuyaniyên bi nakok heye der barê bersûc Hasan de biryara beraetê da.