Li Serêkaniyê şer dijware 2019-10-16 14:10:57   HESEKÊ - Li Serêkaniyê êrîşa arteşa tirk bi dijwarî didome.    Artêşa tirk a ji 9'ê cotmehê ve êrîşî Rojava dike. Li Serêkaniyê arteşa tirk disa hewil dide ku ji aliyê Sinaa, Hawerne û Deriyê sînor bikeve Serêkaniyê. Şervanên QSD'ê bi tundî bersiva van êrîşan dide. Gelek kuştî û birîndarên arteşa tirk heye. Di heman demê de bi kordîneya balafira bê mirov (keşîf) balafirên şer li Serêkaniyê dide. Her wiha lêdana obîs û tangan bi dijwarî didome.    Ji şev ve li Serêkaniyê berxwedaniyek bê hempa tê jiyîn û dijmin derbeyên giran dixwe.