Remziye Tosûn tevî dorpêçkirina polîsan ji paceyê bang kir 2019-10-16 14:11:47   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr nedan rêveber ji avahiyê derkevin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, di şibakeyê de bi megafonê daxuyani da û got: "Hemû êrîşên ku vîna gel nas nakin neheq û bê hiqûq in. Divê hêzên biyanî ji Suriyeyê derkevin û li şûna êrîşê dîyalogê bidin destpêkirin."    'Divê hêzên biyanî ji Suriyeyê derkevin'   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yenîşehîrê, bi armanca êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bike, xwest daxuyaniyê bidin çapemeniye. Lê polisan bi maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kir. Polîsan bi hinceta qedexa walitiyê destûr nedan HDP'î daxuyaniyê bide. Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn endam û rêveberên rêxistina HDP'ê ya Yenîşehîrê beşdar bûn. Rêveberan li hundirê avahiyê dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Ji ber polîsan destûr nedan girse li derve daxuyaniyê bide, Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, bi megafonê di şibakeyê de daxuyani da. Remziye, diyar kir ku Suriye ya gelên Suriyeyê ye û wiha got: "Hemû êrîşên ku vîna gel nas nakin neheq û bê hiqûq in. Divê hêzên biyanî ji Suriyeyê derkevin û li şûna êrîşê dîyalogê bidin destpêkirin."   'Nêzikatiya li dijî gelê kurd a dijminane ne çareserî ye'   Remziye da zanîn ku yên ku planên guhertina demografîk dikin sûcê mirovahiyê û şer dikin û wiha berdewam kir: "Israrkirina şer, israra qirkirina civakê ye. Şer wê çeteyê DAÎŞ, El Kaîde û El Nûsra dîsa zindî bikin." Remziye, xwest pirsgirêka Kurd li meclîsê bê çareserkirin û wiha bi dawî kir: "Nêzikatiya li dijî gelê kurd a dijminane ne çareserî ye. Yên ku di neçareserkirinê de israr dikin dê belav bibin. Em ê têkoşîna xwe ya aşitiyê li her derê bidomînin."