Mamoste û xwendekar êrîş şermezar kirin 2019-10-16 15:24:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Seyîdsadiq xwendekar û mamosteyên li dijî êrîşên arteşta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin û banga rawestandina êrîşan kirin.    Nerazîbûnên hemberî êrîşên dewleta Tirk ya ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Xwendekar û mamostayên navçeya Seyîdsadiq a dikeve ser Silêmaniyê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin.   Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat diyar kirin ku welatên cîhanê bêdeng in û divê welatên cîhanê li dijî êrîşan bibin xwedî bi helwest û êrî rawestînin.