TJK-E: Berxwedanê mezin bikin! 2019-10-16 15:55:20   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bal kişand ser êrîşên dewleta tirk  ên zêde bûne û bang kir ku li kolanan berxwedanê xurt û mezin bikin.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava daxuyaniyek da. TJK-E got: “Şervanên QSD’ê li bajarê Serêkaniyê berxwedaneke dîrokî dikin.”    Di dewama daxuyaniyê de TJK-E’yê got: “Di roja 8’an de êrîşên li ser Serêkaniyê hê zêdetir bûne. Berxwedana şervanê QSD’ê ya dîrokê dinivisîne, israra azadî û rûmetê ya gelê Rojava û dîsa çalakiyên li çar aliyên cîhanê tê kirin Erdogan xistiye tengasiyê. Ji bo vê dixwaze bi hemû hêza xwe êrîşî Serêkaniyê bike û encamê jê bigire. Îro di roja 8’an de êrîşên xwe zêdetir kiriye û dixwaze qetlîamên nû bike.   TJK-E ev bang kir: “Ji vê kêliyê û şûnde di serî de divê jin, ciwan, gelê û dostên me dakevin kolanan û di asta herî jor de xwedî li berxwedana Serêkaniyê derkevin. Divê gelê me mafê xwe yê rewa bi kar bîne û çalakiyan xurt û mezin bike.”