Artêşa Sûriyê derbasî Kobanê bû 2019-10-16 21:01:13   KOBANÊ- Îşev Artêşa Sûriyê derbasî sînorê navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê bû.   Piştî hevpeymana ku di navbera hikumeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) de hat çêkirin, îro hêzên  artêşa Sûriyê derbasî Kobanê bûn. Li gorî hevpeymanê wê Artêşa Sûriyê  derbasî ser sînorê navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê  bibin û bi hêzên QSD'ê re li hember êrîşên  dewleta tirk  parastina sînor bikin.