Derhênera Kurd Şebnem Yusîfî: Êrîş li dijî modela jiyana hevpar pêk tê 2019-10-17 09:08:26   WAN - Nêrazîbûnên li dijî êrîşên arteşa tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Derhêner û lîstîkvana Kurd Şebnem Yusifî têkîldarî mijarê de diyar kir ku  êrîş li hemberî destkeftiyên Kurdan pêk tê.   Çalakî û bertek ya li hemberî êrîşa arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Her wiha li hemberî di encama êrîşan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Derhêner û listîkvana kurd ya Rojhilatî  Şebnem Yusifî der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînê xwe anî ziman û diyar kir ku êrîş li hemberî destkeftiyên gelan pêk tê.    ‘Ez listîka xwe diyarî Rojava dikim’   Şebnemê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser lîstîka xwe ya Mêdêa û naveroka lîstîkê wiha vegot:” Mêdêa lîstîkek jinê ye. Mijara lîstîka Mêdêa li ser xiyanet û tolhildanê ye. Ez Mêdêayê wekî dayikek dibînim. Mêdêa dayikeke evîndar e.  Lê xiyanet li vê evînê tê kirin. Hindek dibêjin Mêdêa dîn dibe. Di civakê de jina ku xiyanet lê bê kirin dîn dibe. Mêdêa dîn nîne. Jina ku xiyanet lê tê kirin, dixwaze hîn tiştan di nava dilê xwe de biavêje. Mêdêa zarokên xwe dikuje. Bi vê curehê xwe dexf dike û xwe derdixe. Bi vî awayî tola xwe ji hevserê xwe hil dide. Ez Mêdêayê wekî dayika kurdan, dayika me dibînim. Ji ber ku di dîrokê de heta roja me ya îro xiyanet li qewmê Kurdan tê kirin. Ji Gelê Kurdan sozên mezin tên dayîn û Gelê Kurd ji hêza xwe îstîfade dike û bawer dike. Listîka Mêdêa jî  di di şexsê Gelê Kurd de xiyaneta ku li jinan tê kirin vedibêje. Armanca min ya li vir ew bû ku Mêdêayê li vir zindî bikim û ez vê lîstîka xwe diyarî gelê Rojavayê berxwedêr dikim."   ‘Êrîşê modela jiyana hevpar dikin'    Şebnemê bal kişand ser destkeftiyên mezin ên Kurdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên li dijî Rojavayê Kurdîstanê bi salane berdewam dikin. Bi berdelên giran deskeftiyên mezin li wir hatin dest xistin. Em wekî hunermendên Gelên Kurd divê em dengê Gelê Rojava bidîn bihîstin. Divê ev êrîş canê her kurdekî bi êşîne. Ev êrîşe neheqiye. Tu karê dewleta tirk li Rojava nîne. Tu mafê wan nîne ku ew xaka Rojava dagir dikin. Bi salane bi destên hêzên navnetewî li ser  Rojava listîk tên lîstîn. Lê gelê kurd li Rojavayê bi paqijkirina  DAÎŞ’ê hêza xwe û vîna xwe nîşanî hemû cîhanê da. Ji çandinê û heta gundên komunal modela jiyaneke nû û jiyaneke bi hevreyî nîşanî hemû cîhanê da.”    ‘Li dijî zilm û zordestiye yekîtî'   Şebnem qala girîngiya tifaqa Gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîste her kurdekê bi rûmet di vê pêvajoyê de berpirsiyariya xwe pêk bîne. Hewceye ku em em kurd bi hev re bin. Li dijî zilm û zordestiyê. Em yekîtiya xwe avabikin tê zordestî têk biçe. Ji ber ku em bimirin jî dê hestên me û têkoşîna me dê her tim bijî."