'Heyva Sor bi derfetên xwe yên kêm alîkariya penaberan dike' 2019-10-17 09:17:55   HESEKÊ - Şêniyên bajarê Serêkaniyê û Dirbêsiyê ku ji ber topbaran û bombebarana dewleta tirk neçarî derketinê bûne êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha gotin: "Em pişta xwe nadin hêza  Emerîka, Rûsiya û ne jî ya tu dewletek din. Baweriya me bi hêza  şervanên me heye. Em ê bi ser bikevin û dagirkeriyê têk bibin. "   Ji 9'ê Cotmehê ve dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Serêkaniyê dike. Şervanên QSD'ê ev 8 roj in ku bê navber li berxwe didin û bi tu awayî nahêlin bajarê Serêkaniyê bikeve destên dewleta tirk. Ji ber şerê giran ê 8 rojan şêniyên bajarê Serêkaniyê neçar mane ku koçberî  cihên bi ewle bibin. Kesên ku koçber bûne niha li dibistanên bajarê Hesekê hatine bicihkirin. Jinan û Hevseroka Heyva Sor a Kurd li Kantona Hesekê  êrîş şermezar kirin û pêdiviyên ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve li wan tê belavkirin, nirxandin.    'Hêza me ne Emerîka, Rûsya û Tirkiye, hêza me û îradeya me QSD ye'   Xedîca Osman ku tevî 4 malbatan di odeyeka dibistanê de ye wiha dibêje:"Erdogan çi ji me dixwaze? Me êrîşî wî nekiriye xaka wî dagir nekiriye û zarokên wê jî nekuştiye ew çima bi vê hovitiyê êrîşî me dike û dixwaze xaka me dagir bike? Em pişta xwe nadin hêza Emerîka, Rûsya û ne jî ya tu dewletek din. Baweriya me bi hêza  şervanên me heye. Em ê bi ser bikevin û dagirkeriyê têk bibin. "   'Kanî wîjdanê mirovahiyê?'   Xedîca wiha dewam kir:"Kanî wîjdanê mirovahiyê? Îro zarok tên qetilkirin û hêzên nevneteweyî li beranberî vê rewşê bêdeng dimînin. Îro jin û zarokên Serêkaniyê bi topên dewleta dagirker û bi biryarên  Erdogan tên qetilkirin. Kanî wijdanê mirovahiyê, kanî ew sazî, rêxistinên ku xwe weke demokrat binav dikirin û hêzên navneteweyî  ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin. Ma zarokên vî welatî qey ne mirov in ku nayên parastin? Ma ev cîhan û kesên ku jixwe re dibêjin em demokrat in qey hemû kor û ker bûne. Qêrîna zarokên ku bi bombeyên fosfor şewitîne nabînin û qêrîna dayikan nabihîsin. "   'Em sipasiya Heyva Sor dikin'   Cîham Memo ji Dirbêsiyê ye wiha dibêje:"Îro zarokên min di çeperên herî pêş de ne ax û rûmeta welatê xwe diparêzin. Ji neçarî me berê xwe da Hesekê. Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yê kêm alîkarî da me û pêdiviyên xwarin, vexwarin  û  xewê dan me, lê mirov çiqasî bêje jî dîsa kêm e. Daxwaza me ew e ku şer were rawestandin û em vegerin malên xwe."   'Em hewil didin ku alîkariya gelê xwe bikin'   Hevseroka Heyva Sor ya Kurd a Kantona Hesekê Ciwana Elî derbarê rewşa hemwelatiyên ku ji malên xwe koçber bûne ev yek anî ziman: "Di rewşên şer de em hemî derfetên xwe dixin xizmeta gelê xwe. Li 21 dibistanên bajarê Hesekê penaberên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Amûdê hatiye bicihkirin. Hejmara wan pir zêde ne lê belê em hewil didin ku gelê tên vê derê wan hemuyan bi cih bikin û derfetên ku di destê me de heyî bixin bin xizmeta wan. Ji ber kêmbûna alavan gelek kêmahî derdikevin. "